Li herêma Mûsellesê li hember çeteyan operasyon hate lidarxistin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bal kişand li ser êrîşên bi topan û hewanan a li hember taxê, li ser vê jî 23’ê Nîsanê li hember çeteyên ku li herêma Mûsellesê bicihbûne operasyon hate lidarxistin.
Navenda Çapmeniyê ya YPG’ê daxuyiyek nivîskî da û ev agahî parve kirin:
“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Artêşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
Êrîşên koma çeteyan a bi topên hawan û cehenemê li dijî Taxa Şêx Meqsûd lidardixin, 21- 22’ê Nîsanê jî berdewam kiriye. Hêzên me 23’ê Nîsanê (îro) saet 02:00'an de li dijî çeteyên ku xwe li herêma Mûselles bi cih kiribûn, operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.
ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê LI HEMBER BAJAROKÊ ŞÊXLER Ê KOBANÊ ÊRÎŞ PÊK ANÎN
Çeteyên DAÎŞ’ê 21-22’yê Nîsanê ji çeperên xwe yên Başûrê Cerablûsê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser bajarokê Şêxler a giredayî Kobanê. Hêzên me li dijî van çeteyên êrîş dikirin, 22’ê Nîsanê saet 07:00'an de operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de qasî hat zelalkirin çeteyek hate kuştin.
ÇETEYAN PÊL LI MAYÎNÊN XWE KIRIN
22’ê Nîsanê saet 10:00'an de jî komek çete a ji 4 kesan pêk dihat dema hewl didan ji Cerablûsê derbasî Bakur bibin, pêl li mayineke ku wan bi xwe çandibûn kirin. Di encama teqîna vê mayinê de her 4 çete jî mirin.
22’ê Nîsanê saet 11:00-15.00 û 19:00-21:00'an çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser Rojhilat û Rojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”