Yek ji 3 cenazeyên ji Sûrê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê û bi hefteyan li vê derê hat ragirtin, cenazeyê endamê YPS'ê Welat Bîlen (Agir Amed) ê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, hat wergirtin. Cenaze li navçeya Mêrdîn Qoserê hat veşartin.
Cenazeyê Bîlen bi konvoyeke ji dehan wesayîtan, ku rêveberên DBP, HDP û MEYADER'ê jî di nav de hebûn, anîn Qoserê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî yên li vê derê cenazeyê Bîlen li Goristana Taxa Mezopotamya ya Qoserê hat veşartin.
Bavê şervanê YPS'ê Bîlen Mehmet Tahîr Bîlen li merasîmê peyivî û got, "Çawa ku ti ji mirovên xwedî wijdan van êrîşên li hemberî gelê Kurd qebûl nake, kurê min jî qebûl nekir. Ji ber ew di vê oxirê de şehîd ket, ez gelekî serbilind im. Yên dixwazin bi vî rengî gelê Kurd tine bikin bila zanibin; çawa ku gelê Kurd heta niha serî netewandiye, wê niha jî serî netewîne."
Piştî axaftina bav Bîlen girseya gel çû Mala Serxweşiyê ya Şêx Davût Yalçinkaya ya li taxa Koçhîsarê.