Polîsên Tirk îfadeya Bor a ku bi giranî birîndar kiribûn girtin

Îfadeya Remziye Bor a bû hedefa tîmên taybet hat û li nexweşxaneyê tê dermankirin, hate girtin.

Îfadeya Remziye Bor a bû hedefa  tîmên taybet hat û li nexweşxaneyê tê dermankirin, hate girtin. 

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina ducanê ya bi navê Remziye Bor di 14'ê Nîsanê de di encama êrîşa polîsan de li mala xwe bi giranî hatibû birîndarkirin û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê tê dermankirin. Bor a ku li beşa lênêrîna giran bi awayekî girêdayî makîneyê tê dermankirin, guleya ku li pişta Bor ketiye marîpişta wê parçe kiriye lê ji ber ku ducanî ye nikare bê emeliyatkirin. 

Bor a ku felc bûye, zaroka wê jî bi xortuma ku bi zikê wê ve hatiye girêdan tê xwedikirin, lê ji ber ku hêj zû ye nikare bê emeliyatkirin. Zarok piştî ku 8 mehên xwe temam bike wê piştî 20 rojan bi sezaryanê ve wê bê girtin.

Li aliyê din hate hinbûn, dozgerê ku têkîldarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin hatiye nexweşxaneyê îfadeya Bor girtiye. Di vê navberê de li ser wesayîtekî zirxî ya li ber nexweşxanê balkêş e navê tîmê taybet ê bi navê Abdullah Delîbaş ê ku miribû hate nivîsandin.