KNK: Bila Qirkirina 1915'an bê qebûlkirin

"Em wek KNK, jenosîda sala 1915'an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûl kirin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina 1915'an daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir, Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915'an de li dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan (Mesîhî) ku li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliyê dijîn, qirkirinek pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hejmareke bilind a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîdê ketine û hat gotin, "Di vê qirkirinê de rêvebiren Cemiyeta Ittihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. Gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, ji bo bi dîrok û çanda xwe wan ve ji holê rakin, qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji mîlyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nifûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn, ku ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgûnkirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin. 

Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliya dagîr kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915'an da jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwûn tê. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî ev e sed û yek sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û yek sal ji ser ra derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev e tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 101. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih. 

Em wek KNK, jenosîda sala 1915'an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûl kirin."