BI DÎMEN

Metro Center: Divê astengiyên li pêşiya çapemeniyê bêne rakirin

Bi boneya 118. Salvegera Rojnamevaniya Kurd, navenda lêkolînkirina binpêkirina mafên çapemeniyê Metro Center, li Kerkûkê daxuyaniyek da.

Di civînê de yek ji endamên rêveberiya Metro Center Rehman Xebîr axivî û diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya çapemeniyê bêne rakirin; girtin, cezakirin, astengiyên li pêşiya gihiştina nûçeyan, divê demildest bêne rakirin.

Alîkarê Serokwezîrê Herêmê Kûbat Talabanî jî destnişan kir ku li Kerkûkê pêşxistina çapemeniya demokratîk ji bo pêşketina jiyana wan xwedî roleke gelekî girîng e.

Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm bal kişand ser yekîtiya civaka çapemeniyê, diyar kir ku divê ji bo weşana azad cihê azad bêne peydakirin.

DIVÊ MAFÊ ROJNAMEVANAN BÊNe PARASTIN, JI BO XWE GIHANDINA AGAHIYAN DIVÊ NEYÊN ASTENGKIRIN

Rojnamevan Şalaw Mihemmed jî, ji bo rojnamevanên azad erka dikeve li ser milên rêveberan û hikûmetê xal bi xal anî ziman.

...