Li Cizîrê zexta 'zarokên xwe bînin' li malbatan tê kirin

Li Cizîrê, piştî wehşet û komkujiya ji aliyê dewletê ve hat kirin, tê gotin bi sedan ciwan tevlî refên PKK'ê bûne. Hêzên dewleta Tirk jî diçin cem malbatên zarokên wan ne li navçeyê ne û zexta "biçin zarokên xwe bînin" li malbatan dikin.

Ji ber wehşet û komkujiyên desthilatdariya AKP/Qesrê li navçeya Şirnex Cizîrê kir, tê gotin bi sedan ciwan tevlî nava PKK'ê bûne û dibin. Dewleta ku piştî êrîşan dor li navçeyê girtine, ji bo pêşî li tevlîbûnan bigirin hemû saziyên xwe seferber kiriye. Hêzên dewletê diçin mala malbatên zarokên wan ne li navçeyê ne û yên zarokên wan berê tevlî nava PKK'ê bûne û zexta "Ew ê bi we re têkiliyê deynin. Biçin zarokên xwe bînin" li malbatan dikin.

Di serî de meleyên Diyaneta dewletê, hemû saziyên dewletê di vî warî de seferber bûne. Malbatên li taxên Nûr, Yafes, Cûdî, Sûr û gelemperiya Cizîrê nerazîbûneke tund nîşanî van ekîbên dewletê dan. Hêzên dewleta Tirk li hemberî vê nerazîbûnê gefa "eger hûn nînin, em ê cenazeyên wan bînin" li malbatan xwarine.