Çeteyên Qesrê li Nisêbînê bi dehan mal şewitandin
Li Nisêbînê herêmên xwerêveberiyê bênavber bi obusan têne bomberdûmankirin, li Taxa Kişlayê jî hêzên dewletê bi dehan mal û kargeh şewitandin.

Berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di roja 41. de dewam dike. Çeteyên Qesrê êrîşên bi top û obusan bênavber didomînin. Li gel bomberdûnana dijwar jî di navbera hêzên YPS/YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de şerên dijwar pêk tên. Şerên ku li taxên Kişla û Zeynelabidînê zêde bûne hê jî didome. Çeteyên Qesrê yên ku bi rojan in nikarin bikevin taxan, malên ku li derveyî taxa ne, dişewitînin. Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtine, çeteyên Qesrê deriyên malan dişkînin, malên dikevinê jî bi benzînê dişewitînin.
Li navçeyê şerên dijwar didome, wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya berê bi cih bûne Taxa Abdulkadîrpaşa, kolana Şîrîn û kolana Kanarya bomberdûman dikin.