Li Licê gel ber bi herêma ku tê bombekirin ket tevgerê

Bi bombekirina balafirên şer a li bejahiya Amed’ê Licê, li derdora gundê Sîsê û berdewamkirina sewqiyata leşkerî ya li navenda Licê, gel berê xwe da qadên ku ji aliyê balafirên şer ve têne bombekirin.

Bi bombekirina balafirên şer a li bejahiya Amed’ê Licê, li derdora gundê Sîsê û berdewamkirina sewqiyata leşkerî ya li navenda Licê, gel berê xwe da qadên ku ji aliyê balafirên şer ve têne bombekirin.  Gel ê ku hewl dide biçe herêma rastî êrîşê hatî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên astengkirin.

Ji aliyê din di 16 gundên Licê de ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin.

Di bangawaziya malpera fermî ya qeymeqamtiyê de hat diyarkirin ku qedexe wê heta ‘fermana duyem’ berdewam bike.

Gundên ku ‘qedexeya derketina derve’ hatiye îlankirin, Dîbek, Arikli, Çagdaş, Yoltaci, Tepe, Serînce, Beğendîk, Esenlî, Uçarli, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Bağlan, Çavûndur û Dolûnay in.