Li Qamişloyê şer dewam dike

Li Qamişloyê, şerê ji ber êrîşa hêzên rejîma Baas di navbera wan û Hêzên Asayîşê-YPG'ê d derket, dewam dike.

Şerê ku ji ber êrîşa hêzên rejîma Baas a li hemberî benda kontrolê ya Asayîşa Rojava ya li Xaçerêya Wehdê destpê kir, dewam dike.

Şer niha li ser rêya Wehdê, derdora avahiya Emin Siyasî (îstîxbarata siyasî) ya rejîmê, kolana Kesbo, Çargoşeya Ewlekariyê didome.

ÇI QEWIMÎ BÛ

Hêzên rejîmê û pêxasên wê di 19’ê Nîsanê de endamekî YPG’ê ku derketibû sûkê girtibûn ew şandibûn Şamê. Her wiha di 20’ê Nîsanê de jî li Çerxerêya Sebeh Behrad êrîşî ekîbek trafik û asayîşê kiribû. Di êrîşê de 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dabû û li gelek cihan şer derketibû. Piştî ku şer belav bû û rejîmê sivîl hedef girtin, yekîneyên herêmî yên YPG’ê jî mudaxele kirin.

Di şerê 20 û 21’ê Nîsanê de bi giştî 30 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin. Hêzên Asayîşê wekî tolhildana êrîşa li hemberî hêzên wan Girtîgeha Elaya ji hêzên rejîmê girtibû.