Berekat: Nîşandana berxwedana li Kurdistanê erka hemû rojnamevanan e

Serokê Yekîtiya Çapemeniya Azad a Rojavayê Kurdistanê Berekat bang li hemû rojnamevanan kir ku xwedî li pîşeyê xwe derkevin û berxwedana li Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê nîşan bidin.

Serokê Yekîtiya Çapemeniya Azad a Rojavayê Kurdistanê Berekat bang li hemû rojnamevanan kir ku xwedî li pîşeyê xwe derkevin û berxwedana li Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê nîşan bidin. Berekat destnîşan kir, ku ji bo şikandina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ew bi biryardarî kampanya xwe ya 'Ji bêdengiyê re Na' dimeşînin.

Berdevkê Kampanya 'Ji bêdengiyê re Na' û Serokê Yekîtiya Çapemeniya Azad a Rojavayê Kurdistanê Ekrem Berekat li ser kampanya xwe û çavdêriyên li ser Nisêbînê ji ANF'ê re axivî.

Berekat bibîr xist, ku AKP piştî serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê şerê topyekûn li gelmeperiya Kurdistanê belav kiriye û li dû komkujiyên li Cizîr, Sûr û gelek navçeyên Kurdistanê, niha bi rengekî tund êrîşî Nisêbîn û Şirnexê dike.

Berekat da xuyakirin, ku ji bo şikandina bêdengiya li pêşberî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li hemberî Nisêbînê, wan biryar dan kampanyeyeke bi navê 'Na ji bêdengiyê re' bidind estpêkirin û got, "Bi vê kampanyayê re em dixwazin bêdengiya civaka navneteweyî, çapemenî û derdorên demokratîk a li pêşberî êrîşên hovane yên li Bakurê Kurdistanê bişikînin."

Ekrem Berekat bibîr xist, ku kampanya wan di 3'ê Nîsanê de li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo destpê kir û tevî rojname, malper, ajans, radyo û televîzyonan 72 saziyên çapemenî-weşanê yên li Rojava tevlî kampanyayê dibin. 

Berekat diyar kir, ji bo şopandina şerê li nisêbînê wan buroyeke taybet ava kirine û got, "Em xebatên xwe li vê buroyê bi rengekî rojane dimeşînin. Rojane 3 kedkarên çapemeniyê diçin ser sînor û rewşa li Nisêbînê dişopînin. Agahî, nûçe, dîmen û wêneyên ji aliyê ekîbên me ve tên kişandin û amadekirin, bi raya giştî û cîhanê re tên parvekirin. Ev dîmen û wêne bi rengekî bêlogo tên weşandin."

TEVLÎBÛNA ENDAMÊN ÇAPEMENIYA DERVE

Berekat işaret bi eleqeya ji bo kampanyayê tê nîşandan kir û got, "Piştî kampanya destpê kir 2 rojnamevanên Îtalyayê, 2 ELman û 2 Kolombiyayî hatin Qamişloyê û tevlî kampanyaya me bûn. Dûre çavdêriyên xwe yên li ser sînorê Nisêbînê ji welatê xwe re şandin. Kampanya me dewam dike. Bi şev û roj em şerê li Nisêbînê dişopînin û ji tevahiya çapemeniyê re dişînin."

'GELÊ NISÊBÎNÊ MÎNA KOBANÊ LI BER XWE DIDE'

Ekrem Berekat da xuyakirin, ku dewleta Tirk di heman demê de êrîşî Rojava jî dike û got, "Ji 14'ê Tîrmehê dema destpêkirina êrîşên li hemberî Nisêbînê û vir ve ji ber guleyên artêşa Tirk 2 sivîlan li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn." Berekat destnîşan kir ku ev êrîşên li hemberî Qamişlo bi zanebûn tê kirin, hewl tê dayîn Qamişlo jî were valakirin û got, "Dixwazin mesaja 'pitşî Nisêbînê dor tê Qamişlo' bidin."

Berdevkê kampanyayê da zanîn, ku dewleta Tirk di şexsê Nisêbînê de dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û got, "Ji xwe bi mehan e bênavber êrîşî Nisêbînê dikin, lê dîsa jî nikarin bi ser kevin. Nisêbîn bênavber li ber xwe dide û berxwedana li Nsiêbînê ne kêmî ya Kobanê ye. Tevî ku dewleta Tirk bi tank û topan, bi bombeyên fosfor ên qedexekirî êrîş dike jî, nikare vîna gelê Nisêbînê bişikîne."

'DIVÊ ROJNAMEVAN RASTIYÊ NÎŞAN BIDIN'

Berekat diyar kir ku ew bi biryar in, rastiyên li Kurdistanê diqewimin nîşan bidin û ev bang li çapemeniya cîhanê kir: "Xwedî li rojnamevaniyê, li nasnameya xwe derkevin. ji ber ku rojnamevan ji bo mirovahiyê dixebite. Niha li Kurdistanê, li Nisêbînê dewleta Tirk bi rengekî wehşî mirovahiyê qetil dike û divê her kesên xwe weke rojnamevan pênase dikin, vê bişopînin û nîşanî cîhanê bidin. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Girîng e ev berxwedan jî were nîşandan. Pêwîste rojnamevan ne yên dewletê û desthilatdariyê bin, divê li cem civakê û bindestan cih bigirin. Ji xwe rojnamevantî bi xwe eşkerekirina rastiyê ye."