YPG: 2 çete hatin kuştin

Yekîneyên Antî Terorê yên YPG'ê, di encama operasyonekê 2 çeteyên DAIŞ'ê kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku Yekîneyên Antî Terorê roja 21'ê Nîsanê 8 km li başûrê gundê Genterî yê Eyn Îsa li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên amadekariya êrîşê dikirin, operasyonek lidar xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama operasyonê de 2 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, hin cebilxaneyên klêş û gelek dokûmanên rêxistinî."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Roja 21'ê Nîsanê saet di navbera 21.00 û 22.00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê."