Ziyanek bi girseyî hate oxirkirin
Cenazeyê Sîda Ziyanek ê di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da û anîn Rihayê, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Cenazeyê Ziyanek li Gundê Şehîdan ê girêdayî Nisêbînê hate oxirkirin.

Cenazeyê Sîdar Ziyanek ê ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji bo karûbarên otopsiyê birin Rihayê, danê sibehê ji aliyê malbatê ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hate wergirtin, anîn Taxa Gundê Şehîdan a Nisêbînê. Cenazeyê Ziyanek ê bi karwanê bi dehan wesayîtî anîn taxê, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate pêşwazîkirin. Cenazey Ziyanek li ser milên bi sedan kesî di têketina taxê de hate wergirtin û anîn goristana taxê.
Piştî merasîma li goristanê, cenazeyê Ziyanek bi dirûşmeyan ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Piştî cenaze hate definkirin, bavê Ziyanek Cemal Ziyanek destnîşan kir ku kurê wî di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de jiyana xwe ji dest daye, ji ber kurê wî şehîd e bi vê serbilind e , anî ziman ku wê têkoşîna gelê Kurd ti carî bi dawî nebe.
Piştî axaftina bav Ziyanek, girse bi dirûşmeyan derbasî cihê sersaxiyê ya ji bo Ziyanek bû.