4 cenazeyên din jî hatin teşxîskirin
Cenazeyê Erhan Keskîn, Welat Bîlen, Erdal Tekîn û Yûsûf Yûrûmeyen ên ku li Sûrê hatin qetilkirin hatin teşxîskirin.
Cenazeyê Erhan Keskîn, Welat Bîlen, Erdal Tekîn û Yûsûf Yûrûmeyen ên ku li Sûrê hatin qetilkirin hatin teşxîskirin.
Cenazeyê 4 kesên ku di nava Sûrê de hatin qetilkirin piştî testa DNA'yê hatin teşxîskirin. Cenazeyên Erhan Keskîn, Welat Bîlen û Erdal Tekîn li Tiba Edlî ya Elezîzê û cenazeyê Yûsûf Yurumeyen jî li Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatin teşxîskirin. Malbat wê sibehê ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe biçin Elezîzê. Malbata Yurumeyen jî ji bo cenazeyê kurê xwe bibînin niha diçin nexweşxaneyê.