Li ser Şêx Meqsûdê êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li ser Şêx Meqsûdê didomin. YPG’ê destnîşan kir ku 20’ê Nîsanê bi çekên giran, hewan û topên cehenemê êrîşê taxê kirine, ragihand ku êrîşên li ser herêma Seken Şebabê hatiye têkşkandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî da, da xuyakirin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çete 20’ê Nîsanê bi çekên giran, hewan û topên cehenemê êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirine û wiha dewam kir: “Komên çete ku bi awayekî hemwext dixwestin ji herême Seken Şebab têkevin taxê ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin. Di şerên di vê herême de qasî hate zelalkirin 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî hatin birîndarkirin.
ÇETEYAN ÊRÎŞÎ GUNDÊ GIRÊ SOR Û DERDORA WÊ KIRIN
20’ê Nîsanê saet 07.00-08.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Girê Sor û derdora wê ya dikeve başûrê bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.
Heman rojê komên çete saet 11.00-12.00'an bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser rojava û rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
DI ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DE HEMWELATIYEK BIRÎNDAR BÛ
Êrîşên arteşa Tirk a li ser xeta sînorê Rojava lidardixin berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 20’ê Nîsanê saet 17.00'an de li ser hemwelatiyên me yên di nav erdê xwe yên li gundê Tilsimbrê ya dikeve rojhilatê Kobanê de kar dikirin gule reşandin. Di encama vê êrîşê de hemwelatiyekî me birîndar bû. Arteşa Tirk heman rojê saet 20.00 û 21.00'an bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Susik û Tilsimbrê ya dikevin rojhilatê Kobanê.”