Li Qamişlo şer dewam dike; 45 leşkerên rejîmê teslîm bûn

Şerê ji ber provokasyon û êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişlo rû da, bi destwerdana Asayîşê û YPG'ê dewam dike. Ji nava hêzên rejîmê yên derbên giran xwarin 45 leşker teslîmî Asayîşê û YPG'ê bûn.

Şerê ji ber provokasyon û êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişlo rû da, bi destwerdana Asayîşê û YPG'ê dewam dike. Ji nava hêzên rejîmê yên derbên giran xwarin 45 leşker teslîmî Asayîşê û YPG'ê bûn.

Dorpêça hêzên Asayîş û YPG’ê ya li ser girtîgeha Elaya ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo, berdewam dike. Piştî şerê ji duh nîvro heta serê vê sibehê dom kir, hêzên Asayîş û YPG’ê ji leşkerên rejîmê yên li hundir xwestin ku teslîm bibin û dem da wan.

Ji bilî 7 leşkerên şevê din û 2 leşkerên serê vê sibehê yên ku teslîm bûne, danê nîvro jî 36 leşkerên rejîma Sûriyeyê teslîm bûn. Li gel leşkerên dawî hejmara leşkerên ku xwe teslîm kirine, derket 45’an.

Her wiha ji sedî 80'ê yê girtîgehê jî ket bin kontrola hêzên Asayîş û YPG'ê.

Hate gotin ku di hundir de bi giştî 67 leşker hebûn û niha hîn komek ji wan di hundir de ye.

ŞER DEWAM DIKE

Li aliyê din, hêzên rejîmê danê nîvro êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê ya li xaçerêya Wehdê kirin. Li ser bersiva hêzên Asayîşê şer destpê kir û hînê dewam dike.