Li Curnê Reş serokê AKP'yî tehemûlî Kurdî nekir

Li navçeya Riha Curnê Reş, Şaredarê AKP'yî û midûriyeta emniyetê ya navçeyê zextê li xwediyên salonên dawetê û hunermendan dikin ku nehêlin li salonan stranên bi Kurdî bên gotin.

Li navçeya Riha Curnê Reş, Şaredarê AKP'yî û midûriyeta emniyetê ya navçeyê zextê li xwediyên salonên dawetê û hunermendan dikin ku nehêlin li salonan stranên bi Kurdî bên gotin.

Polîtîkayên AKP'ê yên zext, tinekirin û înkarkirina gelê Kurd, ji her alî ve bênavber dewam dikin. Li navçeya Riha Curnê Reş, bi pêşengiya Serokê Şaredariya Curnê Reş ê AKP'yî Aslan Alî Bayik, qedexe kir ku li salonên dawetê stranên Kurdî bên lêdan. Derket holê ku vê şaredarê AKP'yî pêşniyar li midûriyeta emniyetê kiriye û xwestiye, gotin û guhdarîkirina li stranên Kurdî were qedexekirin.

Şaredarê AKP'yî bi vê wesîleyê tevî polîsên li Curnê Reş li salonên dawetê geriya û ji bo stranên bi Kurdî neyên gotin ket nava hewldanan.

JI BO STRANÊN BI KURDÎ NEYÊN GOTIN, EMNIYETÊ RAPOR AMADE KIR

Şaredarê AKP'yî û polîsên Tirk bi hunermendên li salonên dawetê yên li Curnê Reş derdikevin ser dikê re rûnişt û tevî ku ti bingeheke xwe ya qanûnî nîne jî ji wan re hatiye gotin, "Gotin û guhdarÎkirina li stranên Kurdî qedexe ye".

Li gorî agahiyan, xwediyên salonên dawetê û hunermendên li van salonan bi Kurdî stran gotine, bang li wan hatine kirin ku biçin Midûriyeta Emniyetê ya Curnê Reş û têkildarî wan rapor hat nivîsandin û îmzekirin.

'EM Ê KARÊN XWE YÊN BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIDOMÎNIN'

Xwediyên salonên dawetê û hunermendên li van deran dedikevin ser dikê, nerazîbûn nîşanî zext û zordariya Şaredarê AKP'yî û polîsên Tirk dan.

Xwediyên salonên dawetê û hunermendan işaret bi polîtîkaya şer û asîmîlasyonê ya bi salane li hemberî gelê Kurd û Kurdî tê meşandin û destnîşan kirin ku weke xwediyên salonên dawetê û hunermendên li vir derdikevin ser dikê, ew ê xebatên xwe yên bi zimanê dayikê bi biryardarî bidomînin.

...