YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe eşkere kir

YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê di 17'ê Nîsana 2016'an de li herêma Tişrîn a Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê di 17'ê Nîsana 2016'an de li herêma Tişrîn a Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Daxuyaniya navendê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Herîkîna pêşveçûna nirxên mirovahiyê her tim bi bedêlên mezin ên giranbuha gengaz bûye. Lewre di her nirxên civakî de manewiyateke qewîm heye û bi ked, hewldan û xwînê hatine afirandin. Ti gel û civak bê ked û bedêl nikare li ser lingan bimîne. Di nava civaka Kurdistanê de navê vê bedêlê dibe şehadet.

Îro em şehadeta hevrêyê  xwe yê pakrewan, şehîd Mihemed Kobanê ragihînin. Şehîd Mihemed di dema beşdariya xwe di nav xebatên Yekîneyên Parastina Gel de bi ruhek bilind para xwe ji hemleyên dijî komên terorîstî girt û di parastina gel û nirxên wan de têkoşînek cewherî tomar kir. Herî dawî hevalê Mihemed di dema ku li eniyên pêş ên berxwedanê li herêma Tişrîn a başûrê Kobanê cihê xwe digirt de bû hedefa sekvanên komên dijmin û gihîşte şehadetê. Bi vî awayî canê xwe yê pak li qada Rojavayê Kurdistanê kir fedayê nirxên pîroz.

Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, soza xwedîderketina ji xeta şehîdan û pêkanîna armanca wan em bi coşek mezin dubare dikin û ji malbata şehîd û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Tevgerî: Mihemed Kobanê
Nav paşnav: Mihemmed Nemo
Navê Dayikê: Rehîme
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Tişrîn, Kobanê 17-04-2016"