Talabanî got, "Ne girîng e bê ev alîkarî di ser hikûmeta navendî re yan jî yekser bê dayîn. Ya girîng ew e ku çawa were bikaranîn."
Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qûbad Talabanî, li ser serdana heyeta hikûmetê ya li Amerîka, li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Talabanî mijara 'alîkariyê' ku Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter jî roja Yekşemê di serdana li Bexdayê de eşkere kiribû, rast e.
Talabanî diyar kir, ne girîng e ev alîkariya ji bo hêzên pêşmergeyan bi rêya hikûmeta navendî bê dayîn û got, "Beriya Wezîrê Parastinê yê DYA bide xuyakirin, ku wê alîkariya ji 415 mîlyon dolarî bide pêşmergeyan, me dabûn xuyakirin em ê tevlî Operasyona Mûsilê bibin. Ne girîng e bê ev alîkarî di ser hikûmeta navendî re yan jî yekser bê dayîn. Ya girîng ew e ku çawa were bikaranîn."