Şervanê YPS’ê Şaşmaz ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Şervanê YPS’ê M. Şîrîn Şaşmaz ê li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran kesî ve li taxa Xatxê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Şervanê YPS’ê M. Şîrîn Şaşmaz ê li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran kesî ve li taxa Xatxê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Piştî  otopsiya cenazeyê Mehmet Şîrîn Şaşmaz ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê temam bû, bi konvoyekî wesayîtan anîn Taxa Yaydereyê.

Di ketina taxê de bi sedan kesî cenazeyê Şaşmaz bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” pêşwazî kirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, endamên rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan û bi sedan kes di merasîmê de cihê xwe girtin û cenazeyê Şaşmaz li ser milan anîn qada taxê.

5 malbatên ku zarokên xwe di heman şerî de winda kirin jî bi wêneyên zarokên xwe di merasîmê de amade bûn.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Şaşmaz li gel 4 şervanên YPS’ê yên ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn hate definkirin.

Piştî cenazeyê Şaşmaz hate definkirin, Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Mêrdînê Abdûllatîf Tabar axivî û wiha got: “Zarokên Kurd ji bo xwedî li xaka xwe derkevin jiyana xwe ji dest didin. Dewlet bi tankan û topan êrîşî taxan dikin. Hêzên tarî dîsa vîna gelê Kurd ê berxwedêr ji nedîtî ve tên. Roj roja yekîtiyê ye. Wê gelê mazlûm bi ser kevin, wê zalim têk biçin.”

Piştre jî bavê M. Şîrîn Şaşmaz Îbrahîm Şaşmaz axivî û wiha anî ziman: “Serê gelê Kurd sax be. Belkî zarok ê min e, lê êş a me tevane.”

Piştî axaftinan girse çû mala sersaxiyê. Hat diyarkirin ku ji bo 5 şervanan wê sibehê mewlûd bê dayîn.