Girtîgeha Elaya ya li Qamişlo ket bin kontrola hêzên Asayîşê
Girtîgeha Elaya ket bin kontrola hêzên Asayîşê û YPG/YPJ'ê.
Girtîgeha Elaya ket bin kontrola hêzên Asayîşê û YPG/YPJ'ê.
Girtîgeha Elaya ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo, piştî şerê ji duh nîvro heta serê vê sibehê dewam kir, bi temamî ket destê hêzên Asayîş û YPG’ê.
Leşkerên rejîmê yên di hundirê girtîgehê de ku hat gotin hejmara wan 67 e jî, xwe radestî hêzên Asayîş û YPG/YPJ’ê kirin. Ji van leşkeran 7 şevê din, 2 serê vê sibehê, 36 jî danê nîvro teslîm bûn.
Piştî ku girtîgeh bi temamî ket bin kontrola hêzên Asayîş û YPG/YPJ'ê, xebatên lêgerinê destpê kirin û niha dewam dikin.
Rayedarên Asayîşê diyar kirin ku wê girtiyên li girtîgehê jî veguhezin cihekî bi ewle.
İngilizce Türkçe İletiyi çevir İngilizce için kapat