KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
AKP bi DAIŞ'ê gefê li gelê Wanê dixwe!
Polîsên Tirk ên li Wanê avêtin ser malan, piştî binçavkirinê, li ser dîwarên li taxê nivîsa "DEAŞ hat, qira we hat" nivîsandin. -
Avesta bi wesîleya Çarşema Sor banga vegera li xaka pîroz kir
Avesta got, "Cejn ji bo bawerî û gelan tê wateya; xwedîderketina li rastiya xwe ya dîrokî, xwebûyîn û xurtkirina yekîtî û rêxistinbûyîna nava xwe ye" û destnîşan kir, ku cejn di heman demê de rojên berxwedana li dijî zilmê ye. -
Boltan: Bila rojnamevanên girtî bên berdan
Hevserokê CRA Hakki Boltan da xuyakirin, ku ji bo berdana rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê girtî ne, wan kampanya îmzeyan dane destpêkirin. -
Li Cizîrê girtin û binçavkirin
Pêla girtin û binçavkirinê li Cizîrê dewm dike. Yek ji 3 kesên duh hatin binçavkirin hat girtin. -
Çeteyên Qesrê bênavber bombeyan li Nisêbînê dibarînin
Çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê dikin nakin nikarin li hemberî berxwedana xwerêveberiyê bi pêş de biçin, bi dijwarî bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin. -
Yuksek: Pêwîstî bi siyaseta Xweseriya Demokratîk heye
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "Di dema dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn û ji bo bersivê bidin pêvajoyê, divê em xwe di 3. Kongreya Awarte de nû bikin." -
Polîsê li Nisêbînê birîndar bû, mir
Polîsê tîmê taybet ê Tirk Hakan Yûrtoglû, ku roja 1'ê Nîsanê li Nisêbînê birîndar bû, li GATA'yê mir. -
Li Şaxê zexta sîxuriyê li mamoste û xwendekaran tê kirin
Midûriyeta Emniyetê ya Şaxê bi mamosteyên li navçeyê re civînek pêk anî û ji wan re got, "Wêneyên kesên endamên PKK'ê yên ku em ê bidin we, di dersên xwe de nîşanî xwendekaran û di civînan de jî nîşanî malbatên wan bidin." -
Dîroka hezaran salî ya di nava avê de: Gola Masiyan
Gola Masiyan a li gundê Yeşîlyûrt ê li başûrê navçeya Êlih Hezoyê, dîrokek ji hezaran salî radixe pêş çavan. -
Mîrkan: Min heqîqet li çiyayên azad dît û jiya
Azad Mîrkan ê ji Azerbaycanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû got, "Di Nîsana 2015'an de tevî 4 hevalên xwe yên Azadî û 4 hevalên xwe yên Kurd tevlî nava refên gerîla bûm. Min berê xwe da çiyayê bandor li min kiribû." -
Şervanên Siwar El Minbic: Em ê zilma DAIŞ'ê biqedînin
Şervanên Siwar El Minbic dan xuyakirin, ku ew ê bajarê Minbicê yê 2 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin. -
Berxwedêrên xwerêveberiyê bi dirûşmeyan hatin oxirkirin
Şervanên YPS’ê Zana Kilinç, Cemîl û Mehmet Saît Kulter ên li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan li warê xwe bi dirûşmeyan hatin oxirkirin. -
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
Ji 4 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, Alî Sumbul û Hakîm Yorga ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Endamtiya rêxsitinê” hatin girtin, Mahmût Sevîk û Ahmet Erkan jî hatin berdan. -
Li Geverê 2 çeteyên Qesrê birîndar bûn
Li ser Cadeya Îpekyolû ya navçeya Gevera Colemêrgê wesayîta polîsan a Kîrpî qulibî, 2 çeteyên Qesrê birîndar bûn. -
Çeteyên Qesrê li Cizîrê bi ser gelek malan de girtin
Hêzên dewletê piştî êrîşên qirkirinê dest bi serdegirtina malan kirin, deriyên malan dişkînin û di malên ku dikevinê de ziyanê didin kelûpelan. -
Demîrtaş bersiv da hewldanên tesfiyeyê: Em ê serî netewînin
Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya Çewlikê de axivî, têkîldarî hewldanên tesfiyeyê yên ji ser destnedayinan wiha got: “Em ne partiyeke ku li hember zilmê serî bitewînin. Yê doza wî mafdar be li ser piyan dimîne.” -
Li Wanê çeteyên Qesrê bi ser malê de girtin, kuştî û birîndar hene
Çeteyên Qesrê, bi ser malek a li Taxa Karşiyaka ya Wanê de girtin. -
Li Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Li Şirnexê ya ku berxwedana xwerêveberiyê didome, oparesyonên qirkirina siyasî berdewam dike. 4 kes hatin binçavkirin. -
Li gund û bejahiya Mexsûdava mal têne şewitandin
Li Geverê li gundê Mexsûdava ya ku bi zorê hate valakirin ji ber bombebaranê li gelek malan şewat derket. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaplan hate teşxîskirin
Cenazeyê Seyîdxan Kaplan ê HPG'î ku di 25'ê Adarê de li Farqînê jiyana xwe ji dest da, hate teşxîskirin. Cenazeyê Kaplan ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ber bi Wanê ve birin. -
Li Nisêbînê çeteyên Qesrê bi hewanan êrîşî malekê kirin
Li Nisêbînê çeteyên Qesrê bi hewanan êrîşî malake sivîlan kirin. -
Demîrtaş: Em evîndarê azadiyê ne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de axivî. Demîrtaş li hemberî gefên destnedayînê yên HDP'ê de wiha got: "Em ne sewdaserê qoltixê, yê azadiyê ne." -
Ji bo Akdogan û Başak li Wanê mewlûd hat dayin
Ji bo M.Şerîf Akdogan (Delîl Gever) û Mîrza Başak ( Mordem Cokan) ên li Gever û Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn, li Wanê mewlûd hat dayin. -
Çete êrîşên li ser Şêx Meqsûdê didomînin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên bi desteka dewleta Tirk êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. -
Ji Semsûrê 4 jinên girtî hatin sirgûnkirin
4 jinên girtî ji Semsûrê sirgûnî Tarsûsê kirin.