Li Nisêbînê çeteyên Qesrê bi hewanan êrîşî malekê kirin

Li Nisêbînê çeteyên Qesrê bi hewanan êrîşî malake sivîlan kirin.

Li Nisêbînê çeteyên Qesrê bi hewanan êrîşî malake sivîlan kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh şev ve şerên dijwar pêk tên. Li taxên berxwedanê bê navber şer didome, li taxên bend û xendek nîne jî çeteyên Qesrê ketober guleyan direşînin. Li navçeya ku êrîş bê naver didomin, li hember mala bi jimara 34 a kolana Şîmal a Taxa Barişê êrîşeke bi hewanan hate lidarxistin. Di encama êrîşê de kesên ku di mal de di bin xirbeyan de mane. Malbatên ku hewara xwe digihînin 112 û 155’ê jî bê bersiv dimînin. Malbatên ku di bin xirbeyan de mane, ji aliyê welatiyên derdor ve hatin derxistin, lê li cihê buyerê ji aliyê çeteyan ve tên gulereşandin.

Li Taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynelabidîn ên navçeyê, şerên dijwar pêk tên. Wesayîtên zirxî yên li ser sînorên Nisêbîn- Qamişlo, derdora nexweşxaneya kevin û rêya Îpekê hatine bicihkirin jî bomberdûmana li hember taxan bê navber berdewam dike.