Çeteyên Qesrê li Cizîrê bi ser gelek malan de girtin

Hêzên dewletê piştî êrîşên qirkirinê dest bi serdegirtina malan kirin, deriyên malan dişkînin û di malên ku dikevinê de ziyanê didin kelûpelan.

Hêzên dewletê piştî êrîşên qirkirinê dest bi serdegirtina malan kirin, deriyên malan dişkînin û di malên ku dikevinê de ziyanê didin kelûpelan.

Serdegirtinên çeteyên Qesrê yên li ser navçeya Cizîr a Şirnexê bê navber didomin. Di serdegirtinên danê şevê bi dehan wesayîtên zirxî yên li ser taxên Yafes û Nûrê de ti kes ne hatin biçankirin, lê ziyan dan kelûpelên di malan de.

Taybet Bayik a ku çeteyan bi ser mala wê de girtin, anî ziman ku dema xwestiye derî vekin, çeteyan deriyê malê şkandine. Bayik tiştên jiyan kirî wiha vegot:  “ Min xwest ku ez derî vekim, lê wan derî şkandin. Bi saetan lêgerîn di malê de kirin. Hemû kelûpel têk dan û elektirîk jî qut kirin.”