Demîrtaş: Em evîndarê azadiyê ne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de axivî. Demîrtaş li hemberî gefên destnedayînê yên HDP'ê de wiha got: "Em ne sewdaserê qoltixê, yê azadiyê ne."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Bajêr a Awarte ya partiya xwe der bareyê pêvojiyê de axivî. Kongreya ku li Eywana Dawetê ya Parka Şatoyê hat lidarxistin, li gel hevserokên HDP'ê yên navçe û bajaran, parlamenterên Mûşê yên HDP'ê Çelîk Ozkan, Ahmet Yildirim û Parlamenterê Çewlîgê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, gelek nûnerên saziyên sivîl gelek welatî amade bûn. Piştî rêzgritina ji bo kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe dest dane Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş diyar kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha got, " Tenê ne ji bo Mûşê, ne ji bo hemû Tirkiyeyê, heta belkî ji bo hemû Rojhilata Navîn êrîşeke mezin, otorîterîzmek mezin heye. Kes û ehlên dîktatoriyê, li hemberî kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin şerekî dijwar pêk tînin. Em di nêvengeke şerî ya dijwar re derbas dibin. Heke hûn balê bidinê, erdnîgariyên Îslamiyetê yên ku xwîn li wan diherikin hemû wek hev in."

‘YÊN KU DIXWAZİN BEDÊLÊ BI ME BIDIN DAYÎN, WÊ BEDÊLÊN HERÎ GIRAN BIDIN'

Demîrtaş bal kişand ser gefên destnedayînê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê û wiha got, "Hûn li vê feraseta wan dinêrin? Em ê çî vê bipejirînin? Wê me têxin hundir, serê me jî biçe em ê bê exlaqiyeke bi vî awayî qebûl nekin. Hûn çi li me ferz dikin? Hoveberî û îptîdaiyeke wisa, bê exlaqiyeke wisa, bedêla wê çi dibe bila bibe, bi awayekî zelal dibêjim, ji me re dibêjin em ê destnedayînan betal bikin, em ê wan têxin hundir, em ê vê bikin, wê bikin. Bedêldayîneke çiqas mezin bê bîra we, çi ji destê we tê texsîr nekin, lê em ê bê exlaqiyê qebûl nekin. Em ê vê bê rûmetiyê, vê dermiroviyê ya ku hûn ferz dikin qebûl nekin."

'EM Ê LI HEMBERÎ GEFAN SERÊ XWE NETEWÎNIN'

Demîrtaş bi lêv kir ku ew ê li dijî tehdîdanan serê xwe netewînin û der barê gefa "wê bedel bidin" a ji aliyê hikûmetê ve tê kirin jî wiha bertek nîşan da: "Bila gelê me rehet be, hûn ê bibînin yên ku dixwazin bedel bidin dayîn bedela herî giran wê bidin. Bedela herî giran ew ê bidin. Ev di jiyana xwe de li qiraxa girtîgehê derbas nebûne. Ew dema ku li qiraxa goristanê derbas dibin ji ber tirsê stranan dibêjin. Koma me ya meclîsê piraniya wan nîvê emrê xwe li girtîgehê derbas kirine. Me bi girtîgehan ditirsînin, ma tişteki bi vî rengî heye? Ji bo ku wê meqema xwe winda bikin ziravên wan diqete. Dibêjin qey em jî wisa ne."

'EM EVÎNDARÊ AZADIYÊ NE'

Demîrtaş ê nirxandina "Em ne evîndarê qoltixê, evîndarê azadiyê ne" kir wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî divê hûn rehet bin. Tiştekî bitirsin nîne. Şerê psîkolojîk didin meşandin. Ma destnedayîn bê rakirin wê qiyamet rabe? Bila bê rakirin ew dizanin. Tîlî ya wan e, dixwazin bila rakin, yên ku dixwazin bibin şirîkê vî sûcî jî ew dizanin. Partiya muxalefetê wê wisa derbasî dîrokê bibe, bila ji bîr neke dema ku rabe wê nebêjin AKP'ê rakir, wê bibêjin CHP'ê rakir. Ji ber ku dengên CHP'ê nebe, dengên AKP û MHP'ê têrê nake. Rastiyeke wisa heye."

'DEMA KU WEKÎL TIRÎLYONAN DIBIN TIŞTEKÎ NAKIN'

Demîrtaş têkîldarî nîqaşên rakirina destnedayînan gotinên Kemal Kiliçdaroglu yên "Li derveyî Destûra Bingehîn be jî em ê rakin" jî wiha got: "Em ê binêrin çend CHP'î wê bibin şirîkê vî sûcê. Ji ber ku derdên wan parlamenterên HDP'ê ne, heke derdên wan rakirina destnedayînan be, pêşnûmeya HDP'ê jî heye, em bi hev re bibêjin erê. Em dibêjin bila tenê destnedayîna kursiyê hebe, ango ji ber axaftinan bila wekîl neyên girtin. Ji ber ku tekane hêza wekîlan zimanê wî ye. Heke tu wî jî asteng bikî wekîltî wê nemîne, em vî biparêzin. Dema ku tu li yekî dixî çawa lêpirsîn tê vekirin, bila der barê min de jî bê vekirin, di navbera min û te de çi ferq heye. Ma min dizî kiriye, dema ku zarokek nan didize, tu davêjî hespê, dema wekîl trîlyonan dibe çima tiştekî nakî."

Demîrtaş anî ziman ku encam çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşînê bernedin.

Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Ayşegul Soylemez û Mensûr Işik ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Mûşê hatin hilbijartin.