Berxwedêrên xwerêveberiyê bi dirûşmeyan hatin oxirkirin

Şervanên YPS’ê Zana Kilinç, Cemîl û Mehmet Saît Kulter ên li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan li warê xwe bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Şervanên YPS’ê Zana Kilinç, Cemîl û Mehmet Saît Kulter ên li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan li warê xwe bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên YPS’ê Zana Kilinç, Cemîl û Mehmet Saît Kulter ên li Şirnexê di dîrokên cuda de di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, li warê wan ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Malbatan piştî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin û wergirtin, cenazeyên Cemîl û Mehmet Saît Kulter li gundê Avga Masiya yê Şirnexê, cenazeyê Zana Kilinç jî li gundê Nerexê sipartin axê.

Cenazeyên Cemîl û Mehmet Saît Kulter ên YPS’î li gundê Avga Masiyê ji aliyê bi sedan kesî hate pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî ji bo definkirinê cenaze anîn goristana gund. Cenazeyên şervanên YPS’ê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Zana Kilinç jî piştî ji aliyê malbatê hate wergertin li gundê Nerex ê Şirnexê hate definkirin. Hevşaredarên bajarokê Gundikê Melê, rêveberên HDP û DBP’ê ve cenazeyê şervanê YPS’ê Kilinç hate pêşwazîkirin û li Goristana Mezin a li gund bi dirûşm û tîlîliyan hate definkirin.

Dayika Kilinç Zozan Kilinç di nav rondikan li definkirina kurê xwe nêrî û wiha lorand: “Kurê min bi xelata şerefê hate cem me. Tu bi xêr hatî kurê min, tu bi xêr hatî.”