Ji Semsûrê 4 jinên girtî hatin sirgûnkirin

4 jinên girtî ji Semsûrê sirgûnî Tarsûsê kirin.

4 jinên girtî yên li Semsûrê di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û girtin, sirgûnî Girtîgeha Kampus a Tarsûsê hatin kirin. Girtiyên hefteyek berê hatin sirgûnkirin, hate hînbûn ku Zelîha Karinca, Elîf Ezgî Karadogan, Hasret Alp û Vîldan Sol e.

Parêzer Selîm Ozbek li hember biryarê nerazîbûnê xwe anî ziman, got: “Hê doz nehatiye vekirin, îdîaname nehatiye amadekirin, ev kiryara sirgûnê derveyî hiqûqê ye. Ev pêkanînek AKP’ê ya li hember girtiyên siyasî ye. Kiryareke bi zêdekirina zextan, hewldana şkandina têkoşînê û her wiha maxdûrkirina malbatan e.”