BI DÎMEN

Boltan: Bila rojnamevanên girtî bên berdan

Hevserokê CRA Hakki Boltan da xuyakirin, ku ji bo berdana rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê girtî ne, wan kampanya îmzeyan dane destpêkirin.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA), ji bo serbestberdana rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê di dema karê xwe de hatin binçavkirin û girtin, dest bi kampanya îmzeyan kir. Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî.

Boltan da xuyakirin, ku bi taybetî di dema dawî de êrîş û zexteke giran li hemberî rojnamevanan tê kirin û got, "Armanca van êrîşên li hemberî rojnamevanan; astengkirina karê rojnamevaniyê û çavtirsandina rojnamevanan e. Dixwazin rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê rastiyan dinivîsînin, bi temamî ji holê rakin."

ÇANDA ME YA ÇAPEMENIYÊ ÇANDA BERXWEDANÊ YE!

Boltan destnîşan kir, ku rojnamevaniya li Kurdistanê xwe dispêre çanda çapemeniya azad û got, "Çanda me çanda berxwedanê ye, çanda serînetewandinê ye. Bi vê çandê re em bi berpirsyariyên xwe radibin û wezîfeyên xwe bi cih tînin. Lewma weke Cemiyeta Rojnamevanên Azad me ji xwe re weke berpirsyarî dît ku vê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin rojnamevanên berxwedêr bi tenê nehêlin û destekê bidin wan. Eger em îro li derve nûçeyan dişopînin, ji bo serbestberdana rojnamevanên girtî, ya ji destê me tê divê em bikin."

PÊWÎSTÎ BI ZÊEYÎ DEH HEZAR ÎMZEYAN HEYE

Boltan ban li hemû hempîşeyên xwe yên xwedî têgihiştina rojnamevaniyê ne û hemû hêzên demokratîk kir ku tevlî kampanyaya wan bibin û got: "Kesên dixwazin tevlî kampanya îmzeyan a ji bo berdana rojnamevanên girtî bibin, dikarin bi rêya malpera înternetê ya CRA-OGC xwe bigihînin metna îmzeyan. Di çarçoveya kampanyayê de em dixwazin deh hezar îmzeyan bidin hev. Lê belê, eger em de hezarî derbas bike, ev yek wê bandoreke xurtir li saziyên pêwendîdar bike, lewma zêdebûna hejmarê wê gelekî baş be. Em ê bi van îmzeyên xwe ve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û jê bixwazin, vê pêkanîna li dijî hiqûqê biqedîne. Eger hevalên me neyên berdan -diyar e wê neyên berdan, ji ber ku polîtîkaya hikûmetê li ser bingeha girtina rojnamevanan tê meşandin- em ê bi vê kampanyayê re polîtîkayên wan ên kirêt teşhîr bikin."