Li Şaxê zexta sîxuriyê li mamoste û xwendekaran tê kirin

Midûriyeta Emniyetê ya Şaxê bi mamosteyên li navçeyê re civînek pêk anî û ji wan re got, "Wêneyên kesên endamên PKK'ê yên ku em ê bidin we, di dersên xwe de nîşanî xwendekaran û di civînan de jî nîşanî malbatên wan bidin."

Midûriyeta Emniyetê ya Şaxê bi mamosteyên li navçeyê re civînek pêk anî û ji wan re got, "Wêneyên kesên endamên PKK'ê yên ku em ê bidin we, di dersên xwe de nîşanî xwendekaran û di civînan de jî nîşanî malbatên wan bidin. Yên îxbara wan li me bikin, em ê pereyekî zêde bidin wan."

Di civîna li Navenda Perwerdeya Gel a li navçeya Wan Şaxê de, rayedarên Qeymeqamtiya Tirk a li Şaxê, Midûrê Emniyeta Tirk a li Şaxê, çeteyên Qesrê û mamosteyên li Şaxê wezîfedar in, amade bûn. Di destpêka civînê de sînevîzyonek li ser kuştina mamosteyan di salên 1990'î de ku dewleta Tirk berpirsyariya wê dixin stuyê PKK'ê, hat nîşandan.

HIŞYARIYA 'PKK WÊ WE BIKUJE'

Di axaftinên piştî sînevîzyonê de, rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku PKK pêşî li perwerdeyê digire, mamosteyan dikuje û ji mamosteyan xwest di vê mijarê de agahiyan bidin xwendekar û malbatên wan. Saziyên dewleta Tirk îdîa kirin ku PKK dikare mamosteyan bikuje û xwestin zarokên malbatên destekê didin 'terorê' werin agahdarkirin.

'WÊNEYÊN ENDAMÊN PKK'Ê NÎŞANÎ XWENDEKARAN BIDIN, BILA EW JÎ ÎXBAR BIKIN'

Rayedarên emniyetê û jendermeyên li Şaxê, herî dawî ji mamosteyan xwestin, ku wêneyên endamên PKK'ê nîşanî zarokan bidin û zarokan di vê mijarê de perwerde bikin. Çeteyên Qesrê her wiha ferman dan mamosteyan ku ji malbatan re jî bêjin; 'yên îxbara PKK'yiyan bikin, wê pere ji wan re bê dayîn'.

MAMOSTE LI DIJÎ VÊ FERMANÊ DERKETIN

Hin mamosteyên di civînê de axivîn li dijî vê daxwazê derketin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hin mamosteyan gotin, "Ev karê we ye, ne karê me ye. Em perwerdekar in û wezîfeya me ew e ku agahiyên di mufredata perwerdeyê de hene, ji xwendekaran re ragihînin. Ya ku hûn qala wê dikin, karê we ye. Ne rast e hûn me tevlî vî karî bikin."