Çete êrîşên li ser Şêx Meqsûdê didomînin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên bi desteka dewleta Tirk êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên bi desteka dewleta Tirk êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku êrîşên çeteyan ên duh û îro ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin şkandin. Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev gotin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Êrîşên komên çeteyan a ku di 17 û 18’ê Nîsanê di saetên sibehê destpê kirin û li hemû rojê belavbûn, ji aliyê hêzên me ve hatin şkandin. Şerên li herêmên Seken Şebab, Eşrefiye û Şara Muhaberat de derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Qasî hate zelalkirin li herêma Seken Şebab 4, li herêma Eşrefiye jî 2 endame çeteyan hatin kuştin. Di şerê herêma Muxaberat de hejmarek zedê çete hatin kuştin an hatin birîndarkirin, lê hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a li vê herême nehate zelalkirin.

17’ê Nîsanê çeteyên DAIŞ’ê saet 11.30'an de li dijî başûr, di navbera saetên 13.00-14.00 û saet 16.00'an de jî li dijî rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê 3 êrîşên cuda li dar xistin.

Komên çeteyan saet 20.00-23.00'an jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Tibsiyê ya dikeve başûrê bendava Tişrînê.

17’ê Nîsanê saet 22.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê. Heman rojê saet 22.00-23.00'an jî komên çeteyan li dijî rojhilatê gundê Qereqozax bi çeken giran êrîşek li dar xistin.”