Li Cizîrê girtin û binçavkirin
Pêla girtin û binçavkirinê li Cizîrê dewm dike. Yek ji 3 kesên duh hatin binçavkirin hat girtin.
Pêla girtin û binçavkirinê li Cizîrê dewm dike. Yek ji 3 kesên duh hatin binçavkirin hat girtin.
Li Şirnex û navçeyê, di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de pêla girtin û binçavkirinê bi serdegirtina malan, girtin û binçavkirinan dewam dike. Li taxa Cûdî ya Cizîrê, welatiyekî bi navê Seyîdxan ê paşnavê wî nehat zanîn, li pêşiya Cizîrê jî welatiyên bi navê Serdar Gun û Mehmet Guzel hatin binçavkirin.
3 kesên bi hinceta tevlî meş û xwepêşandanê bûne hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Piştî ragirtina li vir Serdar Gun radestî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriya Tirk bi bahaneya "Li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînê derketiye" xwest Gun were girtin û sewqî dadgeha nobedar kir.
Dadgehê bi heman hincetê biryara girtina Gun da û ew şand girtîgehê. 2 kesên mayî jî hînê li midûriyeta emniyeta Tirk tên ragirtin.