Şervanên Siwar El Minbic: Em ê zilma DAIŞ'ê biqedînin
Şervanên Siwar El Minbic dan xuyakirin, ku ew ê bajarê Minbicê yê 2 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Şervanên Siwar El Minbic dan xuyakirin, ku ew ê bajarê Minbicê yê 2 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Şervanên Siwar El Minbic dan xuyakirin, ku ew ê bajarê Minbicê yê 2 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin.
Ciwanên Sûriyeyî yên ji Şems El Şemal, Siwar El Minbic (Şoreşgerên Minbicê), Tifaqa Tûgayên Firatê, Tûgayên Cind El Heramên, Yekîtiya Tabûrên Şehîdên Firatê, Tabûra El Qewsî û Tirkmen El Minbic (Tabûra Tirkmenên Minbicê) çend roj berê hêza kirin yek û Meclîsa Leşkerî ya Herêma Minbicê ava kirin.
Li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek hat dayîn û Meclîsa Leşkerî hat ragihandin. Ji bo serokatiya meclîsê jî Ebûd Emced, ji bo endametiya meclîsê jî 13 kes hatin destnîşankirin. Weke ANF'ê em jî bi şervanên Siwar El Minbic ku yek ji pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye, axivîn.
Şervanên Siwar El Minbic Akîf Ehmed û Mohammed Elî dan xuyakirin, ku piştî ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkê û bi lez û bez bendên xwe yên kontrolê yên li Minbicê zêde kirine.
JI BO AZADKIRINA MINBICÊ EM Ê HETA DAWIYÊ ŞER BIKIN
Şervanê Siwar El Minbic Akîf Ehmed da zanîn, ku li ser rewşa dawî ya li Minbicê wan ji gelek çavkaniyên li Minbicê agahî stendine û li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkê de ne.
Şervanê Siwar El Minbic Akîf Ehmed ragihand, Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê cihekî gelekî girîng e û destnîşan kir, ev bajar herî kêm bi qasî Reqqayê ji bo DAIŞ'ê girîng e.
Navborî diyar kir, ew bi xwe ji Minbicê ye, li Minbicê ji dayik bûye, li wir mezin bûye û piştî çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, ji neçarî ew ji bajêr derketiye.
Şervanê Siwar El Minbicê Akîf Ehmed bibîr xist, ku zêdeyî 2 sal in Minbic ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin û ragihand, beriya niha li bajêr di navbera Kurd, Tirkmen, Ereb, Çerkez hwd. cihêkarî nedihat kirin, lê piştî çeteyan bajar dagir kirin, ev rewşa cihêkar derketiye holê.
Da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê piştî bajar dagir kirin, gelek kiryarên li dijî mirovahiyê pêk anîn û anî ziman, ji bo bidawîkirina êşên gelên Sûriyeyê wan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kirine û heta Minbicê azad bikin, ew ê heta dawiyê şer bikin.
'JI BO BERSIVÊ BIDIN BANGÊN GELÊ ME EM Ê MINBICÊ AZAD BIKIN'
Şervanekî din ê Siwar El Minbic Mohammed Elî da zanîn, ku ew li Minbicê ji dayik bûye û mezin bûye û diyar kir, ji bo azadkirina Minbic û gundê Qubbe Sîn ê zarokatiya wî lê derbas bûye, ew tevlî nava pêkhateya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Siwar El Minbic bûye.
Mohammed Elî anî ziman, damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aliyê temamiya gelên Sûriyeyê bi taybetî ji aliyê gelê Minbicê ve bi coş hatiye pêşwazîkirin û banga alîkariyê ya gelê Minbicê digihêje wan.
Şervanê Siwar El Minbic Mohammed Elî ragihand, çeteyên DAIŞ'ê ku ev 2 sal in bajar dagir kirine, li Minbicê gelek kiryarên li dijî mirovahiyê yên weke zext, îşkence, destavêtin, serjêkirin û recmê kirine û destnîşan kir, ya rast Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser daxwazên gelê Minbicê ava bû.
Mohammed Elî da xuyakirin, ku ew bangên gelan dibihîzin û ji bo bibin bersiv ji pêdiviyên gel re, wan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kirine. Elî bal kişand ser desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê û destnîşan kir, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê armanca wan a destpêkê azadkirina Minbicê ye.
Elî got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo bersivê bidin gel ew ê Minbicê azad bikin" û anî ziman, ji bo qedandina êşên gelên Sûriyeyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
'BANGA LI GELÊ MINBICÊ'
Şervanên Siwar El Minbic Akîf Ehmed û Mohammed Elî herî dawî ev bang li gelê Minbicê kir: "Em soz didin ku tevî Ereb, Tirkmen, Çerkes, Kurd û gelên xwe yên din re em ê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.
Û weke zarokên Minbicê em dibêjin; Em ê zilma çeteyên DAIŞ'ê biqedînin û Minbicê azad bikin..."