BI DÎMEN

Dîroka hezaran salî ya di nava avê de: Gola Masiyan

Gola Masiyan a li gundê Yeşîlyûrt ê li başûrê navçeya Êlih Hezoyê, dîrokek ji hezaran salî radixe pêş çavan.

Gola Masiyan a li gundê Yeşîlyûrt ê li başûrê navçeya Êlih Hezoyê, dîrokek ji hezaran salî radixe pêş çavan. Masiyên li vê birka ji kîremîtên sor dijîn, ji aliyê gelê herêmê ve pîroz tên dîtin. Gelê herêmê Gola Masiyan ziyaret dike û li şifayê digere. Qral Dîkran û Ketra di sala 2000'î ya Beriya Mîladê li vê birkê masî xwedî kir. Gola Masiyan di Şerefnameya gerokê navdar Şerefxane de jî navê xwe derbas dibe. Tevî dîroka ji hezaran salî ya gelek şaristaniyan li gundê Yeşîlyûrtê di encama xebatên arkeolojîk de gelek berhemên dîrokî yên hêja hatin dîtin. Lê belê xebatên arkeolojîk hatin sekinandin.

Ji Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavûş da xuyakirin, ku Gola Masiyan a dîrokî li pêş çavan tine dibe û saziyên rayedar di vê der barê de tedbîrê nagirin. Kavûş diyar kir, şaristaniya dîrokî ya li vê golê, mîrateya tevahiya cîhanê ye û da xuyakirin, ku tevî vê yekê jî nêzîkatiyên bi xemsarî tê nîşandan.

Dîroknas Ahmet Ercîn jî da zanîn, ku yekemcar hikumdarê civaka Ermenî Qral Dîkran û Kerta li vê birkê masî xwedî kiriye û got, "Gelê li herêmê masiyên li vê derê naxwin. Mîna gola masiyan a li Rihayê Eyn-Zelîxa, pîroz dibînin. Halbûkî di dîrokê de tiştekî nû û destpêkê ye ku cihê masî yekemcar lê hatiye xwedîkirin Erzen e."

...