Çeteyên Qesrê bênavber bombeyan li Nisêbînê dibarînin
Çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê dikin nakin nikarin li hemberî berxwedana xwerêveberiyê bi pêş de biçin, bi dijwarî bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin.
Çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê dikin nakin nikarin li hemberî berxwedana xwerêveberiyê bi pêş de biçin, bi dijwarî bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê dewam dike.
Li navçeya ku polîtîkayên qirkirinê di asta herî djiwar û tund de tên meşandin, şer bênavber didome.
Taxên berxwedanê Abdulkadîrpaşa, Firat, Kişla û Zeynelabîdîn duh tevahiya şevê bûn hedefa guleyên maşînên zirxî.
Tankên li ser sînor bi cih bûne jî bombe li taxan barandin.
Ji ber vê topbaranê xisar li gelek xaniyan bû. Şer heta danê sibehê dewam kir.