Li Geverê 2 çeteyên Qesrê birîndar bûn

Li ser Cadeya Îpekyolû ya navçeya Gevera Colemêrgê wesayîta polîsan a Kîrpî qulibî, 2 çeteyên Qesrê birîndar bûn.

Li ser Cadeya Îpekyolû ya navçeya Gevera Colemêrgê wesayîta polîsan a Kîrpî qulibî, 2 çeteyên Qesrê birîndar bûn.

Wesayîta polîsan a Kîrpî ji ber lêza zêde milê Garaja Şaredariyê ya li ser Cadeya Îpekyolû ya Geverê qulibî. 2 çeteyên Qesrê yên di wesayîtê de birîndar bûn û birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Wesayîta zirxî ya Kîrpî jî bi wesayîta barhilgir ji cihê bûyerê hate rakirin.