Yuksek: Pêwîstî bi siyaseta Xweseriya Demokratîk heye
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "Di dema dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn û ji bo bersivê bidin pêvajoyê, divê em xwe di 3. Kongreya Awarte de nû bikin."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "Di dema dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn û ji bo bersivê bidin pêvajoyê, divê em xwe di 3. Kongreya Awarte de nû bikin."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "Di dema dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn û ji bo bersivê bidin pêvajoyê, divê em xwe di 3. Kongreya Awarte de nû bikin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, xebatên xwe yên ji bo kongreya awarte ya 22'ê Gulanê ji ANF'ê re nirxand.
Yuksek armancên damezrandina DBP'ê bibîr xist û destnîşan kir, ku ev xet wê her tim were parastin.
Hevserok got, "Di dema dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tişt qewimîn û ji bo em bersivê bidin pêvajoyê, girîng e em xwe nû bikin. Eger em li şûna xwe bisekinin, em ê nikaribin ji mercên guherîner re bibin bersiv. Hûnê rêxistinbûyîneke DBP'ê ya ji rêxistinbûyîna berê cudatir bibînin."
'LI SER XWESERIYA DEMOKRATÎK EM Ê GEL AGAHDAR BIKIN'
Yuksek da zanîn, ku ew dixwazin kapasîsteya rêveberiya DBP'ê zêde bikin, di asta ji sedî 80 de guhertinekê bafirînin û anî ziman, ku ji aliyê ravekirina xweseriya demokratîk, ronakbîrî, perwerde, pêşvebirina xweseriyê û afirandina kadroyan ve ew dixwazin hemû mîsyonên xwe bi rengekî çalaktir bi cih bînin.
Yuksek destnîşan kir, pêwîstî bi siyaseta xweseriya demokratîk heye û got, "Gelê Kurd çi dixwaze? Yan jî ji bo hemû gelan em sîstemeke çawa destnîşan dikin? Em dixwazin rêveberiya xwe bigihînin asteke ku bersivê bidin van hemûyan. Karê me heta niha kir, bêguman girîng bû, lê di asteke têrker de nebû. Lewma pêwîstiya me bi nûbûnê heye."
'EGER HÛN CIVAKÊ BI RÊXISTIN DIKIN, DIVÊ HÛN XÎTABÎ HEMÛ BEŞAN BIKIN'
Kamûran Yuksek da xuyakirin, ku ji roja avabûna Partiya Herêman a Demokratîk û vir ve di nava gel de têgihiştineke 'DBP partiyeke kadroyan e û bi tenê ji kadroyan pêk tê' afiriye û got, "Partiya kadro nayê wateya 'bi tenê ji kadroyan pêk tê'. Kadroyan dafirîne, lê belê gelek welatparêzên me yên xwedî tecrûbe hene ku bi dehan salan xizmet dane. Ew jî dikarin tevkariyê li afirandina kadroyan bikin. Şaredarên me yên berê, wekîlên me yên berê, hevalên me yên serokatiya bajaran kirine û hêzeke ku em dikarin jê re bêjin nifşê nû ye, hene. Ev hemû dikarin tevkarî û pêşengiyê ji rêxistinbûyîna civakî, meşandina siyasetê û afirandina kadroyan bikin. Eger hûn civakê bi rêxistin dikin, divê hûn xîtabî temamiya civakê bikin."
Yuksek da zanîn, ku di vê çarçoveyê de ew dixwazin rêveberiyeke nû ava bikin û got, "Di nava rêxistinbûyîna DBP'ê de em ê nûbûn û guhertinên girîng bikin. Beriya niha me 2 kongre pêk anîn, hin format ceribandin, encamên baş jî bi dest xistin, lê belê ev yek tam li gorî dilê me bû. Em ê aliyên wê yên erênî û neyînî hemûyan bipîvin û di kongreya xwe ya 3. de rêveberiyeke nû ji tecrûbeyên du serdeman ava bikin."
'SÎSTEMEKE SEROKATIYÊ LI HOLÊ HEYE, KU BI RENGEKÎ YEKALÎ TÊ FERZKIRIN'
Yuksek herî dawî ragihand, ku ew ê xweseriya demokratîk bi rengekî çêtir li Kurdistan û Tirkiyeyê vebêjin û got, "Kongreya me ya 3. wê ji bo xweseriya demokratîk bibe pêngaveke girîng. Piştî vê kongreyê em dixwazin çarçoveya xweseriya demokratîk bidin fêmkirin. Di vî warî de pêwîstiya Tirkiyeyê û civakê bi zanebûnê heye. Di nava van şert û mercên şer ên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatine afirandin de mirov bi dilrehetî nikarin projeyan bîne hemberî hev.
Niha bi rengekî yekalî sîstema serokatiyê tê ferzkirin û hewl tê dayîn bi zorê ev siyaset bê qebûlkirin. Li gorî me ev yek ne rast e û kongreya me wê pêvajoyeke nû ya pêngavî bide destpêkirin. Em dixwazin feydeya xweseriya demokratîk a ji bo civakê, ji her alî ve nîqaş bikin û vebêjin."