Azad Mîrkan ê ji Azerbaycanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû got, "Di Nîsana 2015'an de tevî 4 hevalên xwe yên Azadî û 4 hevalên xwe yên Kurd tevlî nava refên gerîla bûm. Min berê xwe da çiyayê bandor li min kiribû."
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi tenê ji Kurdan pêk nayê. Di nav de komên û mirovên ji gelên cuda hene. Û tevlîbûna li nava refên têkoşînê roj bi roj zêde dibe. Yek ji van tevlîbûnan jî Azad Mîrkan ê Azerî ye. Mîrkan paşnavê lehenga şoreşa Rojava Arîn Mîrkan li xwe kiriye. Mîrkan da xuyakirin, ku şoreşa Rojava ji bo tevlîbûna wî bandor lê kiriye û di encama lêgerînên xwe de tevlî nava refên azadiyê bûye.
Mîrkan bal kişand ser bandora sosyalîzmê û bîrdoziya tevgera PKK'ê ya li ser wî û got, "Di sala 1995'an de ez li paytexta Azerbaycan Bakuyê ji dayik bûm. Ez ji navçeya Agdam ê Karabagê me, ku di encama li hevkirina dewletên Azerbaycan û Ermenîstanê de ji Ermenîstanê re hatiye dayîn im. Piştî ku bavê min jiyana xwe ji dest da, lêgerînên min destpê kir. Gihaştim wê baweriyê ku van lêgerînên xwe di nava sosyalîzmê de bibînim. Li Azerbaycanê ez bi derdorên sosyalîst re diciviyam. Bi awayekî aktîf tevlî mîtîng û çalakiyan bûm. Di dema xwendina zanîngehê de, ji ber ku min ciwan li bajarê Gence dicivand û kulûba pirtûkan ava kir, ez ji zanîngehê hatim avêtin. Tişta ku dewleta Azerbaycanê herî zêde jê ditirse; xwendina pirtûkan ji aliyê ciwanan ve ye. Mîna hemû desthilatdarên li cîhanê, ji mirov bi taybetî ji ciwanên pirtûkê dixwînin, xwe zane û bi rêxistin dikin, ditirse. Ji ber vê yekê, ji bo ciwan pirtûkan nexwînin berê wan didin her tiştên din. Min bi rêya înternetê aktîvîteyên ciwanên sosyalîst ên li Yewnanîstan û Tirkiyeyê dişopand. Lêberînên min dewam dikir. Bi bahaneya zanîngehê min xwest van lêgerînên xwe li Tirkiyeyê bidomînim. Bi hêviya dîtina ya ku lê digerim, ez hatim Tirkiyeyê. Xwendina zanîngeha li Balikesîrê bi destê min ket. Ji ber ku karê min ê li ser pasaportê demeke dirêj ajot, bi hevalên xwe yên ji Azerbaycanê re ez li Enqereyê mam."
'XWEDÎ LI RÛMETA MIROVAHIYÊ DERKETIN'
Mîrkan da zanîn, li Enqereyê ew bi 2 Kurd û 2 Azeriyan re ma, li wê derê jiyana komunal dît û vêy ekê gelekî bandor li wî kir. Mîrkan diyar kir, hevalên li cem wî timî qala sosyalîzm û biratiya gelan dikirin û destnîşan kir, ku di wergirtina biryara xwe de, rêbaza jiyanê ya hevalên wî bandor li wî kir. Mîrkan got, "Piştî dîtina vê rêbaza jiyanê ya hevalên xwe, lêgerînên min zêde bûn. Di Îlona 2014'an de min tevgera azadiyê nas kir. Bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimîn dibûn sedem ku hîn bêhtir hewl bidim gelê Kurd nas bikim. Min Bakurê Kurdistanê gelekî meraq dikir. Kêfa min ji gerîla ku weke hêviya gel tê dîtin dihat. Min dixwest wan bibînim. Şoreşa Rojava ya ku li hemberî belayê serê cîhanê li dijî DAIŞ'ê şer kir û xwedî li rûmeta mirovahiyê derket, di wergirtina biryara min de roleke girîng lîst. Di Nîsana 2015'an de tevî 3 Azerî û 4 Kurdên hevalên xwe ez tevlî refên gerîla bûm. Min berê xwe da çiyayên azad ku sempatiya min jê re hebû, min meraq dikir û bandor li min dikir."
'BEDEWIYA ÇIYAYÊN AZAD, JIN E'
Mîrkan 7 mehan li Besta-Cûdî ma û hestên xwe yên li ser çiyayên azad bi vî rengî vegot: "Meraqa min a ji bo gerîla her tim hebû. Tevî ku tevlî nava refên azadiyê bûm jî, dîmenên gerîla yên li qadên cuda, li televîzyonan min ew dîtin, coşeke mezin didan min. Ji xwe hînê jî heman coş û kelecanê dijîm. Min bedewiyên ku qet nedîtibû, li wir dît. Min mirovahî li wir dît, bi xwezayê re bûm yek, tevlî jiyanê bûm. Ya herî bedew a li çiyayên pîroz ên Kurdistanê bandor li min kir, jin bû, sekna jinê bû. Sekna jinê gelekî bandor li min kiribû. Ew heybetî, zanebûn û wêrekiya jinê li devereke din tinebû. Min careke din dît ku bi çi rengî bi Rêber Apo re dilsoz in. Dilsoziya wan a bi felsefeya Rêbertî re, ne cihê nîqaşê ye. Min çand, ol, exlaq, mirovahî, hevrêtî, parvekirin bi kurtasî her tişt li çiyayên azad dît. Min li wir heqîqet jiya. 21 salî me, lê xuya ye 20 salan min li ber strana şaş govend gerandiye."
'DIVÊ CIWAN TEVLÎ REFÊN TÊKOŞÎNÊ BIBIN'
Mîrkan da xuyakirin, ku yekane rêya rizgariyê ya ciwanan çiyayên Kurdistanê ye û destnîşan kir, ku mirovên dibêjin ew bi sosyalîzmê ve mirovahiyê diparêzin, divê mirovahiyê li cihê xwe, li çiyayên Kurdistanê lêkolîn bikin. Mîrkan diyar kir, şoreşa li Kurdistanê tê kirin şoreşa Kurd, Tirk, Laz, Azerî, Çerkes, Ereb û Ermenî, her wiha şoreşa Meksîkayî ye û got, "Tu çiqasî xwedî lê derkeve, ew şoreş wê ewqasî ya te be."
Mîrkan herî dawî bang li ciwanan kir û ji wan xwest, ku li dijî zilmê bisekinin û tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin.