Li gund û bejahiya Mexsûdava mal têne şewitandin

Li Geverê li gundê Mexsûdava ya ku bi zorê hate valakirin ji ber bombebaranê li gelek malan şewat derket.

Li gundê Mexsûdava ya Gevera Colemêrgê ku beriya 5 rojan bi zorê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû valakirin û bi ser malan de hatîbû girtin, ji ber bombebaranê li gelek malan şewat derket. Li malên ku topên hewanê lêketin, xisareke mezin çêbû û ji ber ku mudaxela nayê kirin jî dûman ji gund bilind dibe. Li derdora gund wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.

Li aliyê din li taxên Esentepe, Cûmhûriyet, Esenyûrt û Gungorê serdegirtinên malan didome. Li navçeyê û çolterên navçeyê tevgera pêgerên hewayî yên keşfê jî dewam dike.