Ji bo Akdogan û Başak li Wanê mewlûd hat dayin

Ji bo M.Şerîf Akdogan (Delîl Gever) û Mîrza Başak ( Mordem Cokan) ên li Gever û Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn, li Wanê mewlûd hat dayin.

Ji bo M.Şerîf Akdogan (Delîl Gever) û Mîrza Başak ( Mordem Cokan) ên li Gever û Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn, li Wanê mewlûd hat dayin.

Ji bo M. Şerîf Akdogan (Delîl Gever) ê li navçeya Gever a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, li mala sersaxiyê ya li Taxa Seyîm Fehîm Arvasî mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, Hevserokê DBP’a Wanê Metîn Kûtaz, Hevşaredara Bajarê Mezin Hatîce Çoban, Hevşaredarên RêyaÎpekê Veysel Keser, Berîtan Tanya, rêxistinên HDP û BDP’ê yên bajar û navçê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên MEYA-DER, Aktivîstên KJA û gel beşdar bûn.

Piştî dua hatin xwendin, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.

Rêveberê BDP’ê yê bajarê Wanê Emîn Şahîn axivî û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyekî gelekî giran re derbas dibe, lê tevî hemû qetlîaman jî bi gavên bi xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşin. Şahîn wiha anî ziman: “Gelê Kurd wê teqez bi ser bikeve.”

BAVÊ AKDOGAN: DIVÊ TI MISILMAN BÊDENG NEMÎNE

Bavê M. Şerîf Akdogan Cindî Akdogan da xuyakirin ku yên li ser navê Misilmaniyê zilmê dikin wê li cem Xwedê hesab bidin. Akdogan wiha got: “ Li ser navê Misilmaniyê qetlîaman dikin; jinan, zarokan, pîran qetil dikin. Divê ti Misilman li hember van zilman bê deng nemînin.”

Bi danîna xwarinê mewlûd bi dawî bû.

JI BO BAŞAK Ê YPS’YÎ MEWLÛD HATE DAYIN

Ji bo Mîrza Başak (Mordem Cotkar) ê ku li navçeya Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest da li Taxa Şabaniyê mewlûd hate dayîn.

Li konê ku mewlûd hate dayîn, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Ûrar, rêveberên HDP’ê yên bajar, rêveberên DBP’ê ya RêyaÎpekê, hevşaredarên RêyaÎpekê Veysel Keser, rêxistina DBP’ê ya navçeya Artemêtanê û Dayikên Aştiyê beşdarî mewlûdê bûn.

Di mewlûdê de hevseroka MEYA-DER’ê Ûrar axivî û wiha anî ziman: “Me duh du ciwan defin kir, wê sibehê 2 ciwanê din jî bêne Wanê. Viyan Peyman di temenê xwe yê ciwan de li hember şîdet û wehşetê bedena xwe da ber agir û îsyan kir. Ji beriya ku agir bi canê xwe bixe nameyek li pey xwe nivîsandibû. Di naveyê de wiha anîbû ziman; ‘Eger gelê Kurd hatibe dawiya axaftina xwe, ez jî li cihê ku dawî li axaftinê hatime.’ Deweta Tirk hemû hêza xwe li Geverê bi bi cih kiriye, divê em li hember vê bêdeng nemînin.”

Mewlûd, piştî dûa û xwarinê bi dawî bû.