AKP bi DAIŞ'ê gefê li gelê Wanê dixwe!
Polîsên Tirk ên li Wanê avêtin ser malan, piştî binçavkirinê, li ser dîwarên li taxê nivîsa "DEAŞ hat, qira we hat" nivîsandin.
Polîsên Tirk ên li Wanê avêtin ser malan, piştî binçavkirinê, li ser dîwarên li taxê nivîsa "DEAŞ hat, qira we hat" nivîsandin.
Li Wanê, piştî şerê duh polîsên Tirk avêtin ser malên li gelek taxan û gelek kes binçav kirin. Polîsên ku cam û deriyên malan şikandin, welatiyên bi navê Hamdî Abî, Lokman Abî, Fedîle Abî û Midûrê Karên Paqijiyê yê Şaredariyê Îrfan Kaval binçav kirin.
Çeteyên Qesrê yên rûyê wan pêçandî bûn, taxên Wanê dorpêç kirin û heta danê sibehê li sirûda "Mehter" xistin û dirûşmeyên nîjadperestî qîriyan. Polîsên Tirk her wiha li ser dîwarên taxan nivîsên "DAIŞ hat, qira we hat", "DAIŞ zexta rû girtî" nivîsandin.
Di taxan de alozî dewam dikin.
NE CARA YEKEM E
Li navçeya Wan Elbakê jî beriya niha polîsan bi awayekî vekirî destek dabûn DAIŞ'ê. Li navçeyê, girseya gel ji bo şermerzarkirina DAIŞ'ê meşiya bû û li hemberî vê meşa gel, polîsên Tirk dirûşma "Bijî DAIŞ" qîriya bûn. Heman polîsan li naverastê îşkence li ciwanekî di nava girseyê de kiribûn û dîmenên vê hatibûn weşandin.