Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaplan hate teşxîskirin

Cenazeyê Seyîdxan Kaplan ê HPG'î ku di 25'ê Adarê de li Farqînê jiyana xwe ji dest da, hate teşxîskirin. Cenazeyê Kaplan ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ber bi Wanê ve birin.

Li Farqîna Amedê di 25'ê Adarê de ji bo rojekê li 18 gundan "qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin. Piştî bidawîbûna qedexeyê li derdora Pira Malabadê cenazeyek hatibû dîtin. Cenazeyê şandin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê, piştî danberheviyên DNA'yê cenaze ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Hat zanîn ku cenazeyê hatiye teşhîskirin, yê Seyîdxan Kaplan ê ji Wanê ye.

Piştî karên teşxîsê malbatê cenazayê Kaplan wergirt û ji bo definkirinê ber bi Wanê ve birin.