Li Wanê çeteyên Qesrê bi ser malê de girtin, kuştî û birîndar hene

Çeteyên Qesrê, bi ser malek a li Taxa Karşiyaka ya Wanê de girtin.

Çeteyên Qesrê, bi ser malek a li Taxa Karşiyaka ya Wanê de girtin. Piştî serdegirtinê ambûlans sewqî taxê hatin kirin. Hat diyarkirin ku birîndar bi ambûlsansan rakirine nexweşxaneyê û kuştî jî hene.

Li Taxa Xaçortê ya Rêya Îpek a Wanê, dema ku polîsên ji wesayîta zirxî peya bûn, rastî çalakiyê hatin. Polîsên ji bo lêgerînê çûn taxê, dema ji maşîna zirxî peya dibûn hatin gulebarankirin. Di şer de li herêma Lîseya Anadolu ya Teknîk a Pişeyî a Gola Wanê qewimî de, hat ragihandin ku 2 tîmên taybet bi giranî birîndar bûne. Tîmên taybet ên rakirin Navenda Tibê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Dûrsun Odabaşi a Wanê, yek jê mir. Hat diyar kirin ku taxa ku şer lê qewimî ji hêla timên taybet  ve hatiye dorpêçkirin, nûçegîhanê Îhlas Haber Ajansê (ÎHA) û Van TV 'yên ku  xwestin dîmenan bikişînin ji aliyê tîmên taybet ve hatin derbkirin û kamerayên wan hatin desteserkirin.