Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kir û got, "Ez di wê baweriyê de me, ku cejna Çarşema Sor li dijî her şêweyên asîmîlasyonê, wê tevkariyê li berxwedanê bike."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta da xuyakirin, ku cejn ji bo bawerî û gelan tê wateya; xwedîderketina li rastiya xwe ya dîrokî, xwebûyîn û xurtkirina yekîtî û rêxistinbûyîna nava xwe ye. Avesta destnîşan kir, ku cejn di heman demê de rojên berxwedana li dijî zilmê ye û anî ziman, yek ji van rojan jî ji bo civaka Êzidî cejna Çarşema Sor e.
'JINAN BERÊ XWE DAN REFÊN TÊKOŞÎNÊ'
Avesta da xuyakirin, ku di meha Nîsanê de xweza bi hemû bedewiya xwe, xwe nîşan dide û got, "Êzidî ji civakên hêja yên Mezopotamyayê ye. Ew bi xurtî bi jiyanê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê di fermana 3'ê Tebaxê de êşeke gelekî mezin kişand û tevî vê êşê jî civaka Êzidî dev ji axa xwe, çanda xwe û ola xwe berneda. Yekîneyên xwe yên parastinê ava kir. Biryar da xaka xwe bi xwe biparêze û Meclîsên xwe ava kir. Di 3'ê Tebaxê de bêguman herî zêde jinên Êzidî êş kişandin. Bi hezaran hatin revandin, li bazaran hatin firotin û qetilkirin. Êzidiyan bi êşên kişandî û tecrûbeyên wergirtî re yekîneyên xwe parastinê YJŞ û YBŞ ava kirin. Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo de, ji bo jiyana azad a bi çand û baweriya xwe re, armancên xwe diyar kirine. Li çiyayê Şengalê, bi nêrîn û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ve xwe perwerde kirine. Xwedî li bîranîna jinên Kurdên Êzidî yên di têkoşîna azadiyê de şehîd ketin, derketin. Ji bo xwedî li jinên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane û bersivê bidin bîranînên wan, ji bo azadiya Şengalê bi sedan jinên Êzidî rahiştin çekê û li hemberî belayên serê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yên ji mirovbûyînê bêpar in, dest bi têkoşînê kirin. Ji bo azadkirina jinên esîr hatine girtin, berê xwe dan refên têkoşînê."
'EV CEJN WÊ LI DIJÎ MÊTÎNGERIYÊ BIBE ROJA BERXWEDANÊ'
Avesta da xuyakirin, ku di demeke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin, li Kurdistanê qirkirin-komkujî zêde bûye û polîtîkayên komkujiyê yên mêtîngeriya Tirk li gelek herêmên Kurdistanê tê meşandin de ew cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin û got, "Siyaseta helandina hemû gel û baweriyan di nava senteza Tirk-Îslamê de û pûçkirina cewhera hemû bawerî û gelan, di roja îro de jî tê meşandin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, bi asteke bilind a zanebûn, yekîtî, rêxistinbûyîn û azadiyê, bi xwedîderketina li Rêber Apo re wê cejna Çarşema Sor bibe roja berxwedana li dijî mêtîngeriyê."
'DIVÊ ÊZÎDÎ LI XAKA XWE YA PÎROZ VEGERIN'
Avesta bang li civaka Êzidî kri û got, "Beşeke mezin a Êzidiyên li Kurdistanê û li derveyî welat dijîn, bi xeteriya helandinê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, Êzidiyên li Bakur, Başûr û kampên li herêmên din ên Kurdistanê dijîn, yên li Ewropayê ne û li ser rêya Ewropayê ne, divê li xaka xwe ya pîroz li Şengalê vegerin. Ez vê banga xwe bi taybetî li Êzidiyên çûne Ewropayê û yên niha li ser rêya Ewropayê ne, dikim. Kurdistan bê Êzidî, Êzidî jî bê Kurdistanê nabe. Bila li xaka Şengalê vegerin. Xweparastina xwe xurttir bikin. Di wê baweriyê de me ku wê cejna Çarşema Sor a îsal bi ruhê bilindkirina berxwedanê ya ji bo xwedîderketina li ax, nirxên neteweyî, olî û çandî were pîrozkirin. Ez careke din cejan Çarşema Sor li civaka me ya Êzidî pîroz dikim."