Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Ji 4 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, Alî Sumbul û Hakîm Yorga ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Endamtiya rêxsitinê” hatin girtin, Mahmût Sevîk û Ahmet Erkan jî hatin berdan.

Ji 4 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, Alî Sumbul û Hakîm Yorga ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Endamtiya rêxsitinê” hatin girtin, Mahmût Sevîk û Ahmet Erkan jî hatin berdan.

Li Şirnexê li gel êrîşên çeteyên Qesrê, operasyonên qirkirina siyasî jî berdewam dikin. Ji 4 kesên hatibûn binçavkirin, Alî Sumbul û Hekîm Yorga piştî îfadeyên li Miduryeta emniyeta bajar şandin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Li dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” Sumbul û Yorga hatin girtin. Sumbul û Yorga şandin Girtîgeha Tipa T a Şirnexê.

Mahmût Sevîk û Amet Erkan ên hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeya wan a li Miduriyeta Emniyeta bajar serbest hatin berdan.