Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya Çewlikê de axivî, têkîldarî hewldanên tesfiyeyê yên ji ser destnedayinan wiha got: “Em ne partiyeke ku li hember zilmê serî bitewînin. Yê doza wî mafdar be li ser piyan dimîne.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Çewlîgê di Kongreya Awarte a partiya xwe de axivî. Demîrtaş der barê mijara destnedayînê û îstîsmara zarokan a li Weqfa Ensarê de jî wiha got, "Gelo ya muhîm weqf e yan zarok e? Kî dipejirîne bila bipejirîne, bi awayekî zelal û fesîh dibêjim. Ji partiya me yan jî ji partiyeke din, qethiyen em qebûl nakin. Wê her kes hedê xwe bizanibe û li gor wê tevbigere."
1'emîn Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê li Eywana Dawetê ya Mem û Zînê pêk hat. Eywana ku alên HDP'ê lê hatin daliqandin, posterê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mazlûm Dogan û pankarta "Em jiyanê bi rê ve dibin, azadiyê geş dikin" hatin daliqandin. Bi sedan kesên beşdarî kongreyê bûn dem bi dem dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPS'ê", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin. Piştî dirûşmeyan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat eywanê û beşdarvan silav kirin.
Demîrtaş piştî silavdayînê di kongreyê der barê rojevê de axivî û wiha got:
"Ji ber em û gelê xw tev xwedî vê wêrektî û xwebaweriyê ne, li her derê bi rehetî em qala aştiyê dikin û em di vê mijarê de samîmî ne. Lê, binêrin heke îro em desthilatdar bûna, roja din di nav 24 saetan de me yê şer rawestandana û em ê di vî warî de bi ser biketana. Lê belê, ji roja ku ev bûne desthilat, her ku diçe zêde xwîn diherike. Heke em desthilat bûna, berpirsiyarê herikandina xwînê wê em bûna. Heke em bibûna desthilat, gel ew peywira bidana me, me yê pirsgirêkên welatê xwe nîqaş bikarana."
'NE WEQFÊ, ZAROKAN BIPARÊZIN'
Demîrtaş der barê mijara Weqfa Ensarê de jî wiha got, "Li Karamanê we meseleya weqfê dît, zêdeyî 40 zarokî rastî îstîsmara zayendî û tacîzê hatin. Kes der heqê vê de naxive. Dibêjin bila ti gotin neyê ser weqfê. Partiya min jî di nav de hemû kes bi qurbana neynûka zarokekî dibin. Li wir a muhîm weqf e yan zarok e? Pêşî zarokan biparêz e, mafên wan biparêze. Derketin û parêzvaniya weqfê kirin. Gotin em nahêlin lekeyek jî bigihêje weqfê. Dibe carekê bibe. Lê hindik maye vê weqfê wek weqfeke pîroz bidin der. Gelo ya muhîm weqf e, zarok e, mirov e yan saziya wan e? Ji bo van a muhîm weqf e. Çima? Ji ber ku bi van weqfan feraseta tarîqatî ya fehş a AKP'ê enjekteyî civakê dikin. Bi vî awayî AKP li ser piyan disekine.... Weqfa we serê we bixwe, hûn çawa feraseteke wisa qebûl dikin? Kî dipejirîne bila bipejirîne, bi awayekî zelal û fesîh dibêjim. Ji partiya me yan jî ji partiyeke din, qethiyen em qebûl nakin. Wê her kes hedê xwe bizanibe û li gor wê tevbigere."
HEWLDANA TESFIYEYÊ
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldana tesfiyeyê û ev gotin: “Destnedayinên kê nîqaş dikin? Yên me nîqaş dikin. Lê, kesên bi dizîtiyê hatine sûcdarkirin dest wan nedan. Eger bibirana darazê, me jî bidîta bê ka sûcdar bûn an na. Lê, nekirin. Dema destlênedayinên wezîran hatin, AKP’yiyan dengê ‘na’ bi kar anîn. Sibe-du sibe wê dosyayên me jî werin. Her sê partî niha bûne yek. Ma me dizî kiriye? Ma we li malên me maşîneyên pereyan dijmire dîtin, me dolar di qutiyên pêlavan de veşartine? Na, eger me ev bikirina niha em jî bi qiymet bibûna. Ji ber ku yên diz li ber çavên van bi qiymet in. Yên doza gelê xwe diparêzin jî xeter in. Em ne poşman in, me tiştekî ku em jê poşman bibin jî nekiriye. Ne ez ne jî hevalên me, dema ez niha ji ber diziyê destlênedayinên me bihate rakirin û derketibam pêşberî we wê çi bibûya. Ma em ê kariban derkevin vê derê? Em ê stûxwar biban. “
Demîrtaş wiha pê de çû: “Em ne evîndarî qoltixên bi çerm ên parlamentoyê ne, em bi gelê xwe ve girêdayî ne. Hûn wê qoltixê bi ti tiştekî din naguherînin. Em ji bo wê qoltixê neynûka xwe nadin, lê ji bo gelê xwe me serî daniye holê. Bila hundirê we tevahiya rehet be. Em ne partiyeke ku li hember zilmê serî bitewînin. Yê doza wî mafdar be li ser piyan dimîne.”
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Demîrtaş wiha dawî li axaftina xwe anî:
“1924’an ev li Şêx Saîd jî kirin. Piştî vê 12-13 salan ev li Dêrsimê, Agiriyê, Sêwasê û Sasonê jî kirin. Gotin, ‘an hûn ê serî bitewînin an jî serî bidin’. Binêrin 90 sal bihurî. Ti kesî serî li ber te netewand. Erê, we gelek ser jêkirin, we gelek qetlîam pêk anîn, li li hemberî we serekî tewiyayî tineye.”
Piştî axaftina Demîrtaş, rapora xebat û darayî hate aşkere kirin. Di kongreyê de Zerrîn Berdîbek û Mahmût Bozan wek hevserok hatin hilbijartin.