Qedexe rabû, talana çeteyên Qesrê xuya bû
Li Silopiyayê, piştî ku "qedexeya derketina derve" hat rakirin, talana ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat kirin derket holê.
Li Silopiyayê, piştî ku "qedexeya derketina derve" hat rakirin, talana ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat kirin derket holê.
"Qedexeya derketina derve" ya li navçeya Şirnex Silopiyayê di 5'ê Nîsanê de hat ragihandin, ji aliyê Walîtiya Tirk a li Şirnexê ve bi daxuyaniyekê saet di 04:30 de hat rakirin û navbera nava rojê jê re hat dayîn.
Piştî "qedexe" di navbera saet 04:30 û 21:30 ê nava rojê de hat rakirin, gelê navçeyê yê 19 rojan di nava ambargo û dorpêçiya çeteyên Qesrê de ma, berê xwe da taxên Başak û Barbaros ên ji aliyê çeteyên Qesrê ve bi tank û topan hatin xerakirin.
Şêniyên taxan berê xwe dan malên xwe, lê tişta dîtin xirbe bû. Xaniyên welatiyan bi erdê re bûne yek. Vê rewşê di heman demê de polîtîkaya talanê ya çeteyên Qesrê careke din raxist pêş çavan.
Çeteyên qesrê, ku 19 rojan bi tankan bombe li navçeyê barandin, niha jî bi makîneyên kar ên bi palet, xaniyan xera dikin.