Di şerê li Xurmatû de mirî û birîndar hene
Li bajarê Xûrmatûyê şerê di navbera pêşmerge û Heşd el Şebî de qewimî, dijwar dibe. Gelek mirî û birîndar hene.
Li bajarê Xûrmatûyê şerê di navbera pêşmerge û Heşd el Şebî de qewimî, dijwar dibe. Gelek mirî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, pêşmerge hêz û cebilxaneyan derbasî bajêr dikin. Şer li tevahiya bajêr belav bûye.
Tê gotin di şer de fermandarekî pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û ji milîsên Şîa jî gelek kuştî hene.
Bi dijwarbûna şerê li Xurmatû re fikar hene, li herêmên Kurd û Tirkmen lê bi hev re dijîn, şer biqewime.