Dema derbasbûyina wesayîta zirxî de teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Di teqîna dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya li Şirnexê de çeteyekî Qesrê mir, 3 jî birîndar bûn.
Di teqîna dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya li Şirnexê de çeteyekî Qesrê mir, 3 jî birîndar bûn.
Di teqîna dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya li Şirnexê de çeteyekî Qesrê mir, 3 jî birîndar bûn.
Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê di roja 40’emîn de didome. Endamên YPS/YPS-JIN’ê li hember wesayîteke zirxî ya Kobra çalakî li dar xistin. Li ser rêya Cizîrê ya di navbera taxên Yenî û Bahçelîevlerê de dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya Kobrayê de teqînek pêk hat. Di encama teqîna mayina ji berê ve hatiye çandin de wesayît bêkêr bû, hate hînbûn ku yek ji çeteyên Qesrê yên di wesayîtê de miriye û 3 jî birîndar bûne. Polîsan mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî teqînê, wesayîtên zirxî yên li ser rêya Cizîrê vekişiyan, li ser her du taxan jî bi awayekî dijwar top têne barandin.