KJK: Bersiva herî xurt a li hemberî qetlîamkeran mezinkirina têkoşînê ye

Kordînasyona KJK'ê qirkirina Ermeniyan lenet kir û got, "Bersiva me ya herî xurt a li hemberî hêzên qetlîamker wê hîn bêhtir rêxistinbûyîn û mezinkirina eniya têkoşînê be."

Kordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di dema Qirkirina 1915'an de ji 2 mîlyon Ermeniyên li erdnîgariya Anatolî û Kurdistanê dijiyan 1,5 mîlyon hatin qetilkirin û hat destnîşankirin, ku rêbaza qirkirina gelan a li hemberî hev, ku rêbaza bingehîn a faşîzma Tirkê spî ye, li vir jî ketiye dewrê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yê ku senaryo nivîsand faşîzma Tirk a spî bû û tevî Kurdan bi hemû gelên li herêmê da kirin. Qirkirina Ermeniyan bi rengekî dilşewat û gelekî vekirî nîşan da ku heta rûlihevhatina rastiyan neyê kirin, wê deriyê heqîqetê venebe. Kurdên ku ji rûlihevhatinê natirsin, cihê xwe di nava rûpela bi rûmet a dîrokê de girtin. Li şûna ku bibe 'kiryarê kolektîf' dîrok ji nûve nivîsandin. Bûn afirînerê hêza jiyana kolektîf a di cewhera gelan de veşartiye."

KJK'ê bal kişand ser tirs û xwevegirtina ji dîtina rastiyê ya dewleta Tirk destnîşank kir, ku ji ber hesabê qirkirna Ermeniyan nehat dayîn, komkujiya Dêrsim 38, komkujiya Mereşê pêk hatin û bi dorê Madimak, Roboskî, Enqere rû dan.

Kordînasyona KJK'ê diyar kir, ev faşîzma netewe dewletê ya xwe dispêre rewşeke homojen a yek tîp, îr li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Hezexê xwe nû kiriye û da zanîn, ev hewldana tinekirinê ya di sala 1915'an de li hemberî rewşenbîran destpê kir û li tevahiya civakê belav bû, piştî sed salan Kurdan hedef digire. 

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Kurdan dersên rast ji dîrokê derxistine, hînî parastina nasnameya xwe û avakirina siberojê bûne û hat gotin, "Ji bo li Rojhilata Navîn  sîstemeke xwe dispêre zîhniyeta neteweya demokratîk ava bikin, têdikoşin."

KJK'ê da xuyakirin, ku Ermenî, Suryanî, Kurd, Ereb û Tirk bi sedan salan bi hev re jiyan e, bi biryardarî nexwestine jehra neteweperestiya netewe dewletê vexwin û nasnameya Anatolî û Mezopotamyayê li dijî her şêwe qirkirin û komkujiyan parastine."

KJK'ê diyar kir, yekane tişta di roja îro de were kirin, afirandina vîn û daxwaza têkoşîna hevpar e û ev yek destnîşan kir: "Em hêzên qetlîamker careke din lenet dikin û dibêjin; bersiva me ya herî xurt a li hemberî van hêzan, wê hîn bêhtir rêxistinbûyîn, xurtkirina eniya têkoşîna hevpar û li ser bingeha çanda sosyalîzma demokratîk ve avakirina jiyana konfederal a demokratîk be."