NÛ BÛ

Li Qamişloyê li hev hat kirin

Li Qamişloyê, piştî ragihandina agirbesta navbera hêzên Asayîşa Rojava û hêzên rejîmê, di encama hevdîtinan de aliyan li hev kirin.

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk hat wergirtin, piştî ragihandina agirbestê di 22'ê Nîsanê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rejîma Baasê hevdîtinek pêk anî.

Di encama vê hevdîtinê de li ser hin mijaran li hev hat kirin.

Xalên li ser lihevkirin pêk hat ev in:

1-Wê her du alî li gorî agirbestê tevbigerin.

2- Rêxistina koma Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîmê wê di ber çavan re bê derbaskirin û di dema pêş de bê belavkirin.

3- Mûçeyên memûran neyên qutkirin, neyên tehdîdkirin û bi zorê wê neçarî şer neyên kirin.

4- Hemû kesên girtî yên her du aliyan bêne berdan.

5- Dayina ziyana madî ya ji bo avahiyên di êrîşê de hatine wêrankirin. Ji bo malabatên ku kes û xizmên xwe winda kirin tezmînat bên dayîn.

6- Divê rejîm tevlî kar û barên gel û civakê nebin.

7 – Rewşa awarte ya li bajar bê bidawîkirin û jiyan vegere asayîbûnê.

8- Her hêzek wê li cihê ku niha lê ye bimîne.

9- Çênabe Artêşa Sûriyeyê ciwanên Rojava, bi darê zorê bibe leşkertiya xwe.

Tê payîn ku têkildarî mijarê di saetên pêş de daxuyaniyek bê dayîn.