Fermandarê YBŞ'ê Şengalî: Li Şengalê demeke nû destpê dike

Ji fermandarên YBŞ'ê Kûrtay Şengalî da xuyakirin, ku yên li ser Şengalê xwedî hesaban bûn, nebaşiyên gelekî mezin li gelê Şengalê kirine û got, "Li Şengalê êdî pêvajoyeke nû destpê kiriye."

Ji fermandarên YBŞ'ê Kûrtay Şengalî da xuyakirin, ku yên li ser Şengalê xwedî hesaban bûn, nebaşiyên gelekî mezin li gelê Şengalê kirine û got, "Li Şengalê êdî pêvajoyeke nû destpê kiriye."

Fermandarê YBŞ'ê Kûrtay Şengalî, siberoja Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

'LI ŞENGALÊ JIYAN Û RÊVEBERÎ MÎNA BERÊ NABE'

Fermandarê YBŞ'ê diyar kir, civaka Êzidî hînê bi taybetmendiyên civaka xwezayî dijî, xwe ji qirêjiya sîstema kapîtalîst parastiye û got, "Bi felsefeyeke nû û li ser bingeha pîvanên çandî, exlaqî û baweriyê xweparastn û xwerêvebirina civaka Êzidî serketineke mezin e."

engalî da xuyakirin, ku yên li ser Şengalê xwedî hesaban bûn, nebaşiyên gelekî mezin li gelê Şengalê kirine û got, "Ji ber xiyaneta li gelê Şengalê hat kirin, bi hezaran şehîd hatin dayîn û aqûbeta bi hezaran mirovan jî hînê nediyar e. Çi dibe bila bibe, Şengal ne mîna berê dikare bijî, ne jî mîna berê dikare bê rêvebirin. Di rewşa heyî de li Şengalê pêvajoyeke nû destpê kiriye. Şengal dikeve ser xeteke nû.

Li gorî vê yekê Şengal û Êzidî wê xeta parastina çand û ola xwe esas bigirin. Bi zexta bi salan, civaka Êzidî hat tecrîdkirin û ji gelê Kurd hat qutkirin. Fermanek bi serê Şengalê re rabû, lê di heman demê de bû xwedî baweriya ji xwe, bû xwedî vîn û hêzê. Ji niha û pê ve civaka Êzidî wê dostên xwe ji xwe bibîne. Dijminê xwe jî baştir nas dike. Gelekî baş dizane bi kê re wê çi bike. Di cejnên ji niha û pê ve de wê bi xwe pîrozbahiyan lidar bixe. Wê li ser lingê xwe bisekine. Xwedî wê hêz, vîn û tecrûbeyê ye."

'YBŞ DI DÎROKA ÊZIDIYAN DE REWŞ Û RÊXISTINBÛYÎNEKE NÛ YE'

Fermandarê YBŞ'ê dest nîşan kir ku ji bo gelê Şegnalê li ser xaka xwe bijî YBŞ xwedî îdîa û biryardariyê ye û got, "Di dîroka Êzidiyan de YBK rewş û rêxistinbûyîneke nû ye." Fermandarê YBŞ'ê da zanîn, ku beriya niha gelek hêzan di bin navê Êzidîtiyê de hin rêxistinbûyîn ava kirin, lê ti ji wan negihaştin asta felsefe û bîrdoziyê ya YBŞ xwe dispêre. Fermandar Şengalî got, "YBŞ ne tenê ji bo gelê Şengalê ye, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê jî firsend û şensekî gelekî mezin e."

Şengalî diyar kir, bi YBŞ'ê re hêz û vîna civaka Êzidî derketiye holê û got, "YBŞ'ê destnîşan kir, ku fermanên demên berê qewimîn qeder nîne, divê Êzidî bibe xwedî vîn û li ser vê bingehê derket holê. YBŞ ji nû ve dîrokê dinivîsîne. Lêpirsîna dîroka xiyanetê dike. Niha her kes dibîne; ji roja avabûna YBŞ'ê û vir ve li hemberî civaka Êzidî êrîşeke bi tenê jî rû nedaye. Ji ber ku YBŞ xwedî bawerî û biryardariyeke mezin e, em berpirsyariya parastina gelê xwe hildigirin ser milê xwe."

'GELÊ ROJAVA ŞENGALÊ WEKE PARÇEYEK JI CANÊ XWE DIBÎNE'

Fermandarê YBŞ'ê Kûrtay Şengalî da xuyakirin, ku piştî rizgarkirina cihê pîroz Şengalê, yekemcar li ser xaka pîroz a Êzîdxanê cejn hat pîrozkirin û got, "Beriya niha derfetên me nebûn ku bi vî rengî bi awayekî azad cejnên xwe pîroz bikin. Niha bi YBŞ û HPG'ê re tevahiya gelê me li Şengalê bû yek, hev digire. Ji ber ku hêzên êrîşî gelê me dikin yek in, pêwîstiya gelê me jî bi yekîtiyê heye. Gelê me yê Rojava, Şengalê weke parçeyek ji canê xwe dibîne. Eger êşa wê parve dike û pê re cejnan pîroz dike, ev yek asta hevgirtinê nîşan dide.

Fermandarê YBŞ'ê da xuyakirin, ku ji bo Êzidî karibin cejnên xwe timî û bi rengekî azad pîroz bikin, beriya her tiştî divê rêxistinbûyîna xwe ya parastinê xurt bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya niha gelek caran ferman bi serê Êzidiyan re rabûn û kes li wan xwedî derneketin. Di sedsala 21'an de Êzidî li pêş çavên tevahiya cîhanê bûn hedefa fermaneke din. Gunehê vê fermana beriya her tiştî di stuyê PDK'ê de ye ku bi parastina Şengalê berpirsyar bû. Her wiha hikûmeta navendî ya Iraqê û tevahiya cîhana li êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê temaşe dikin, ji vê komkujiyê berpirsyar in.

Ji bo fermanên nû rû nedin, divê Şengal û Êzidî ji sedî sed bibin xwedî xweparastin û xwerêveberiyê. Ji xwe ji ber ku heta niha ne xwedî xweparastin û xwerêveberiyê bû, ferman bi ser de rabûn. Lewma gelê Şengalê xweparastin û xwerêveberiyê gelekî girîng dibîne. PDK'ê bi salan Şengal xistibû bin kontrol û zexta xwe. Derketina ji nava vê sîstemê, ji bo civaka me pêşketineke mezin e."

'YÊN ŞENGAL TERIKANDINE BILA LI XAKA XWE VEGERIN'

Fermandarê YBŞ'ê da xuyakirin, ku ew hêvîdar in mirovên cih û warên xwe terikandine li xaka xwe vegerin û got, "Ji ber ku ew zarokên civaka Êzidî ne û li cihekî din ti carî bextewar û azad nabin." 

Kûrtay Şengalî got, "Nasname, kesayetî û rûmet şerefa mirovan e. Miroveke/î nikaribe dayik û bavê xwe biparêze, bila qet ew mirov nebe çêtir e ji hebûna wê/î. Eger Êzidî ne li Şengalê bin û Şengalê naparêzin, hingî ti wateya Êzidîbûna wan namîne. Ji bo parastina Şegnalê YBŞ û YJŞ xwedî vîn û biryardariyeke mezin e."

...